Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Şaredariyê girtina hevalên me daxwaz kiriye 2022-07-28 16:35:57   MÊRSÎN - Parlamentera HDP’ê Fatma Kurtulan anî ziman ku ji bo tevlibûna endamên wan ên Meclisa Şaredariyê asteng bibe hatine binçavkirin û got: “Şaredariyê daxwaz kir, polîs ketin tevgerê û dozger jî serî tewand.”    Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Mêrsînê têkildarî endamên Meclisa Şaredariya Akdenîzê yên HDP’yî jî di nav de binçavkirina 21 kesan li ber avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê li dar xist.    Parlamentera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, rêveberên EMEP’ê, aktîvîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Êriş û gef nikarin me bêzar bikin” vekirin.    'ŞAREDAR HEVALÊN ME HEDEF NÎŞAN DAYE’    Hevserokê HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz diyar kir ku operasyona binçavkirinê ji hedef nîşandana Serokê Şaredariya Akdenîzê yê AKP’yî Mustafa Gultak qut nînin. Sariyildiz anî ziman ku ji ber ku endamên Meclisê yên HDP’yî di civînan de îtîrazan dikin hatine binçavkirin û ev operasyon jî nîşan dide ku îktidarê darazê aniye asta bikaranîna wek amûrê.    Sariyildiz da zanîn ku ew ê li dijî van êrişan ji berxwedana xwe ya bi rûmet tawîzê nedin û ew ê li dijî tecrîdê azadiyê û li dijî şer aştiyê biparêzin û têbikoşin.    'DIXWAZIN SIYASETÊ JI HOLÊ RAKIN’    Parlamentera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan jî destnîşan kir ku beriya civîna Meclisê dest pê bike bi du sê saetan beriya wê da ku endamên wan nekevin civînê hatine binçavkirin û got: “Şaredariya Akdenîzê daxwaz kir, polîsên Mêrsînê ketin tevgerê û dozger jî serê xwe tewand. Ev sêalîbûn wisa dizivire. Li Tirkiyeyê qesra AKP2ê ferman dide û bi MHP’ê re êrişan dixin dewrê û paşê endam û rêveberên HDP’ê digirin û dişînin hefsan. Dixwazin siyasetê ji holê rakin. Me îro mînaka eşkere ya vê zîhniyetê dît. Hevalên me deyndariya kes nizane diçe ku û rantê red dikin. Îktidar jî çareye di binçavkirin û girtina endam û rêveberên HDP’ê de dibîne. Em ê ji vê yekê re musade nekin. Wê HDP’ê her li pêşiya we bibe barîkatên mezin.”