DEDAŞ’ê ceyrana Amedsporê birî 2022-07-28 15:43:20   AMED - DEDAŞ’ê ceyrana Amedsporê ku di Koma Spî ya Lîga 2’yemîn a TFF’ê de dilîze careke din birî.    Komên Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) di destpêka lîgê de ceyrana Amedsporê birî ku dê di Koma Spî ya Lîga 2’yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de bilîze.    Têkildarî mijarê Serokê Kluba Amedsporê Selahattîn Yildirim li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir û bertek nîşan da: “Hûn dikarin ceyrana me bibirin lê dê nekarin ronahiya me vemirînin. Em ê findan vêxin lê dîsa jî ji bo şampiyaniyê tişta ji destê me tê dê bikin.” Têkildarî mijarê me bi Yildirim re hevdîtin kir û Yildirim got ku ceyrana wan ji ber deynan hatiye birîn.    Ceyrana Amedsporê ku ji bo derkeve Lîga 1’emîn di Play-off’ê de têdikoşe beriya niha jî di 13’ê gulanê de hatibû qutkirin.