Baregeha Tirkiyeyê ya li Bamernê hate bombebarankirin 2022-07-28 15:37:44 NAVENDA NÛÇEYAN - Baregeha Tirkiyeyê ya li Bamernêya Dihokê hate bombebarankirn.   Li gorî nûçeya RojNewsê, di saetên nîvro de, bi 2 guleyên hewanê baregeha Bamernê ya Tirkiyeyê ya li gundê Diraya bi ser Dihokê ve hedef hatiye girtin. Tê gotin ku gule li nêzî baregehê ketine. Di encamê de agir li derdora baregehê ketiye.   Têkildarî xesaran agahî nehatin bidestxistin.    Baregeha Bamernê yek ji baregehên herî mezin a Tirkiyeyê ya li ser xaka Herêma Kurdistanê ye.