‘Heta edalet neyê Roboskê dê neyê Tirkiyeyê jî’ 2022-07-28 15:35:52   ENQERE - Hewldana Edalet ji bo Roboskê di 127’emîn meha komkujiyê de daxuyanî da û got: “Heta edalet neyê Roboskê dê neyê Tirkiyeyê jî.”    Hewldana Edalet ji bo Roboskê di 127’emîn meha Komkujiya Roboskê de li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta “Bila kujer bên dîtin, Roboskê êdî tu caran” hatibû vekirin û gelek parastvanên mafên mirovan di daxuyaniyê de amade bûn. Tanju Gunduzalp di çalakiyê de axivî û da zanîn ku xelkê Roboskê ev 10 sal, 127 meh, 552 hefte û 3 hezar û 865 roj in li edaletê digerin.    Bi domdarî Gunduzalp tiştên di Komkujiya Roboskê de qewimîn vegot û ev tişt anî ziman: “Lêpirsîna derheqê bûyerê de bi neşopandinê bi dawî bû. Dosya, mehkûmî polîtîkaya necezakirinê hat kirin. Ev deh sal in hewl didin komkujiyê binixumînin. Roboskê sembola bêwijdaniyeke wisa ye ku jiyana mirovên me tune kir û komkujiya dewletê ye. Mîna cînayetên di salên 90’î de, hemû kes baş bi berpirsyartiya dewletê dizane. Lê mîna di cînayet û komkujiyên din de, di Komkujiya Roboskê de jî rastî veşartine. Sînorê demokrasî û çareseriyê yê dewletê jî Komkujiya Roboskê ye.”    ‘ROBOSKÊ ŞERMA VÊ ERDNÎGARIYÊ YE’    Herî dawî jî Gunduzalp wiha got: “Rêya derketina li dijî sînoran û rêya aştiyê edaletê ji bo Roboskê ye. Li Roboskê komkujî û sûcê li dijî mirovahiyê hat kirin. Rêveberên ku we bi xwe hilbijartin û bi destê rêveberên wan, bi bacên gelê me dide sûcekî li dijî mirovahiyê hat kirin. Berpirsyar teqez dê derkevin holê. Heta ku hûn bi rabûrdiya xwe re hevrû nebin, dê pêşerojek jî neyê avakirin û pergala edaletê pêş nekeve. Demborîna tu komkujiyan nîne. Heta edalet neyê Roboskê dê neyê Tirkiyeyê jî. Divê çavkaniyên dewletê ne ji bo çek û şeran divê ji bo aştiyê bên xerckirin. Rêya aştî û edaletê ya vê xakê ji ewil li Roboskê derbas dibe. Roboskê şerma vê erdnîgariyê, birîna nekewî û lêgerîna edaletê ye.”    Daxuyanî bi dirûşma “Ji bo Roboskê edalet, ji bo her kesî edalet” bi dawî bû.