ÎHSDA ji bo piştevaniyê çû serdana GOÇÎZDER’ê 2022-07-28 14:51:28   STENBOL - Tora Piştevaniya Parastvanên Mafên Mirovan bi mebesta piştevaniya çû serdana GOÇÎZDER’ê re ku 16 endamên wê hatine girtin. Di serdanê de hat gotin ku GOÇÎZDER ji bo mafên mirovan rêxistineke girîng e û hat xwestin ku endamên wê werin berdan.    Tora Parastvanên Mafên Mirovan (ÎHSDA) bi mebesta piştevaniyê çû serdana Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) ku di encama operasyona 11’ê hezîranê de 16 endamên wê hatibûn girtin.    Di serdanê de Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) yê Stenbolê Umît Efe êrişa li dijî GOÇÎZDER’ê şermezar kir û da zanîn ku bi mebesta piştevaniyê hatine serdanê. Efe, xwest ku desthilatdarî dev ji van sepanên xwe yên keyfî berde û di zûtirin demê de endam û rêveberên GOÇÎZDER’ê ji girtîgehê derxîne.    Parêzerê GOÇÎZDER’ê Ahmet Baran Çelîk jî got ku zexta li ser saziyên civaka sivîl her tim hene û ev tişt anî ziman: “Hema hema hemû rêveberên GOÇÎZDER’ê hatin girtin. Yên nehatine girtin jî tên darizandin. Dest danîn ser her belge, alav û xebatên me. Lê tu tiştek nikare pêşî li ber xebatên me bigire.”   POLÎTÎKAYA ÎNKARÊ   Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî jî destnîşan kir ku tengijiya di qada sivîlan de ziyanê dide demokrasî û mafên mirovan. Yolerî, axaftina xwe wiha qedand: “Dewlet ji sûcên xwe ditirse lewma zextan dike. GOÇÎZDER’ê di hemû raporên xwe de ev sûc yek bi yek vedigotin. Lewma rastî êrişê hat. Dê piştevaniya me ya bi GOÇÎZDER’ê re bidome.”