Malbata Şenyaşar: Doza me heqîqetek e 2022-07-28 13:19:10 RIHA - Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê li ber deriyê Edliyeya Rihayê didomîne wiha got: “Yên ku hewl didin malbata me reş bikin nizanin ku roj bi roj bêhtir di çiravê de diçin. Doza me heqîqetek e.”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Bi mebesta girtin û darizandina kiryaran, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 507’an de jî berdewam kir. Emîne Şenyaşar nexweş bû lewma nekarî beşdarî çalakiyê bibe lê kurê wê Ferît Şenyaşar di saaetên serê sibehê de hat pêşiya Edliyeya Rihayê û li “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” dest bi Nobeta Edaletê kir.   Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Kes nikare rastiye her kes pê dizane binixûme. Yên ku hewl didin malbata me reş bikin nizanin ku roj bi roj bêhtir di çiravê de diçin. Doza me heqîqetek e. Dê têkoşîna me yadi nava sînorên qanûnî de bidome!”