Li Antalya 6 kes hatin binçavkirin 2022-07-28 12:44:09   ANTALYA - Li Antalyayê di serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin.    Li Antalyayê vê sibehê polîsan avêt ser malan. Serdegirtina malan a bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirine” hat kirin, ciwanên bi navê F.E., M.T., M.E., D.K., Î.K. û D.K. hatin binçavkirin. Hat gotin dibe hejmara binçavkirinan zêde bibe. Hat zanîn ku binçavkiriyan birine Midûriyeta Polîsan a Antalyayê.