Girtî Ataç bi îdiaya ‘întîhar kiriye’ birin nexweşaneyê û dema mejiyê wî mirî hate berdan 2022-07-28 12:28:07 STENBOL  - Girtiyê bi navê Alî Ataç di 24’ê hezîranê de hate girtin û di hucreya yekkesî de dihat ragirtin. Du roj piştre jî hat îdiakirin ku xwe şewitandiye û rakirin nexweşxaneyê. Dema mejiyê Ataç mirî jî dadgehê biryara berdanê da. Malbata Ataç diyar kir ku kurê wan bi îşkenceyê hatiye kuştin û gilî kirin.    Girtiyê bi navê Alî Ataç (20) di 24’ê hezîranê de bi sedema bûyereke edlî li navçeya Avcilar a Stenbolê hate binçavkirin. Piştî kar û barên îfadegirtinê yên li Qereqola Polîsan a Fîlîzkoyê, sewqî Edliyeya Bakirkoyê hate kirin. Ataç, ji vir jî sewqî Dadgeriya Cezayên Silhê hat kirin û dadgeriyê biryara girtinê da û şand Girtîgeha Metrîsê. Li gorî îdiayan, Ataç bi hinceta pandemiyê di hucreya yekkesî de dihat ragirtin. Du roj piştî girtinê jî bi îdiaya “Şewat derxist û hewl da întîhar bike” rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bagcilarê. Derket holê ku dema di anîn nexweşxaneyê mejiyê wî miribû.    Rêveberiya girtîgehê îdia kir ku Ataç di roja 26’ê hezîranê saet di 02.00’an de xwe şewitandiye. Li ser vê yekê jî cendirmeyan Ataç rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bagcilarê.      HATE ENTUBEKIRIN   Li vir saet di 03.00’an de rakirin beşa sotinên lezgîn û piştre saet derdora 04.49’an derbasî beşa lênihêrîna awarte ya sotinan kirin. Ataç li vir hate miayenekirin û teşhîsa “Gelek deverên wî şewitî ne” û “Bikaranîna tiştên bizirar ên girêdayî tûtinê” hate kirin. Her wiha hat tespîtkirin ku ji sedî 20 ê rû, stû, dest û ekstremîta jor ên Ataç di pileya du û sêyemîn de şewitîne. Li gorî rapora Epîkrîzê jî derket holê ku Ataç di 26’ê hezîranê saet di 13.59’an de hatiye entûbekirin.    AGAHÎ NEDAN MALBATA WÎ   Ne nexweşxaneyê û ne jî rêveberiya girtîgehê bi tu awayî agahî nedan malbata Ataç ku zarokê wan rakirine nexweşxaneyê. Hat zanîn ku roja ku Ataç li nexweşxaneyê dihat dermankirin anku di 29’ê hezîranê de dadgehê biryara berdanê wî daye.    MEJIYÊ WÎ MIRIBÛ   Nexweşxaneyê 19 roj piştre li ser hejmareke telefonê ya ku Ataç dabû polîsan û girtîgehê ku ya hevalê wî bû, rewşa heyî vegot. Li ser vê yekê hevalê Ataç li kekê wî Mehmet Can Ataç geriya û got: “Birayê te li nexweşxaneyê li ber mirinê ye. Xwe bi hawara wî bigihîne.” Li ser vê yekê kekê Ataç diçe nexweşxaneyê û bijîşk jê re dibêjin ku dema birayê wî anîn nexweşxaneyê, mejiyê wî miribû. Kekê Ataç wan kêliyan wiha vedibêje: “Min sedema mirina mejiyê birayê xwe ji bijîşkan pirsî. Gotin ku mejiyê wî bê oksîjen ma ye. Her wiha gotin ku îxtîmaleke mezin cihên laşê wî yên şewitîn ji ber agir çêbûye. Lê gotin ku encama herî zelal dê li Saziya Tipa Edlî (ATK) diyar bibe.”    ‘EZ BAWER NAKIM KU ÎNTÎHAR KIRIBE’   Bi domdarî Ataç diyar kir ku ew ne di wê baweriyê de ye ku birayê wî ji ber şewatê sotibe û wiha domand: “Îşkence li birayê min hatiye kirin. Ev bûyer di berpirsyariya dewletê de ye. Li gorî agahiyên rêveberiya girtîgehê dane, ‘agir berdayê doşeka xwe û daye ber derî.’ Xwe bi vî awayî diparêzin. Derî ji derve tên girtin. Her çend ranzayê bide ber derî jî dikariyan di kêliyê de vekin. Her du destên wî jî heta cihekî şewitî ne. Ne bawerim birayê min xwe şewitandibe. Heke mirovek bixwaze xwe bişewitîne, tenê destên wî naşewitin.”    ‘KUŞTINE Û AVÊTINE NEXWEŞXANEYÊ’   Di berdewamê de Ataç bi lêv kir ku birayê wî hatiye kuştin û piştre avêtine nexweşxaneyê û wiha pê de çû: “Ji bo ku xwe ji vî sûcî xelas bikin, çendek roj piştre biryara berdanê dan. Kesekê di bin berpirsyariya dewletê de divê ewqas neyê îşkencekirin. Mirovan bi îşkence û wehşetê qetil dikin. Di vê pêvajoyê de ji hêla qanûnê ve çi pêwîst be em ê bikin. Em niha li benda Alî ne. Mejiyê wî miriye. Bijîşk dibêjin êdî vegera wî gelek zehmet e. Dewlet mecbûre li kesekê di bin berpirsyariya xwe de binêre. Ew der cihê îşkenceyê nîne. Em ê heta dawiyê mafê birayê min biparêzin.”   SERLÊDANA SÛC KIRIN   Parêzerê Ataç, Mûrat Karakaş jî da zanîn ku ji ber îdiaya şewatê ya li girtîgehê, rêveberiyê derheqê Ataç de lêpirsîn daye destpêkirin û ev agahî dan: “Gelek aliyên bûyerê hene ku nehatine zelalkirin. Bi qeydên kamerayan re dê diyar bibe bê ka ‘şewat’ kengî derketiye, kengî mudaxale lê hatiye kirin û Aytaç kengî birine nexweşxaneyê. Ez herî dawî roja sêşemê çûm girtîgehê lê kesekî bi min re hevdîtin nekir. Di nava tirsê de bûn. Lewma gumanên me zêdetir bûn. Di girteka rêveberiyê û lêpirsînê de te gotin ku ranzaya hucreya Ataç şewitî ye, lavabo û ampulan jî zirar dîtiye. Gumanên bo îdiaya ‘întîharê’ hene. Me dît ku gelek îhmal hene. Em jî dê serî li hemû rêyên hiqûqî bidin. Dibe ku gelek tiştan bi zanebûn zelal nakin. Em jî hewl didin wan derxînin holê. Lewma bavê Aytaç di 20’ê tîrmehê de bi rêya dozgerê Gimgim a Mûşê li dozgeriya Bakirkoyê serlêdana sûc kir. Lêpirsîn hat vekirin û dozger agahî î dîmenên girtîgehê xwestin. Rewşeke trajîk heye. Bi bijîşk re axivîm û got; ‘dema anîn mejiyê wî miribû.’ Pir aşkeraye ku di vê dosyayê de gelek îhmal hene.”    BI HINCETA ZIYAN DAYE MALÊ CEMAWERIYÊ LÊPIRSÎN DAN DESTPÊKIRIN    Ji xizmên Ataç, Nedîm Ataç jî destnîşan kir ku ji binçavkirinê heta girtin û birina nexweşxaneyê, di çi pêvajoyan de agahî ji malbata wî re nehatiye şandin û wiha qedand: “Du roj piştre jî weke miriyan anîn nexweşxaneyê. Piştî rewş tê fêmkirin jî tê berdan. Rêveberiya girtîgehê bi hinceta ‘ziyan gihandiye malê cemaweriyê’, 4 hezar lîre cezayê pereyan daye. Dewletê ev zarok bir û li wir îşkence kir. Li gorî gotinên bijîşkan jî mejiyê wî ji ber van sotinan namire. Anku zarok kuştine û piştre avêtine nexweşxaneyê. Cihên şewitîn ên li ser laşê Ataç, naşibin sotinên ji ber agir. Dişibin sotinên ceyranê. Heke bijîşk erê bike, em ê cenazeyê wî derxînin û bibin gundê Karameşe yê Gimgim ê Mûşê.”    MA / Mehmet Aslan