Endamên Meclisa Şaredariya Akdenîzê binçavkirinan protesto kirin: Civîn taloq bû 2022-07-28 11:46:17   MÊRSÎN - Endamên Meclisa Şaredariyê yên HDP, CHP û EMEP’ê binçavkirina endamên Meclisê yên HDP’yî protesto kirin û civîna awarte ya dihat payîn bê lidarxistin hat taloqkirin.    Dihat payîn li Şaredariya Akdenîzê ya di bin rêveberiya AKP’ê de ji bo rayeya deynkirinê civînek awarte bê lidarxistin. Beriya civînê endamên Meclisa Şaredariyê yên HDP’yî di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Hat zanîn ku lêpirsîna binçavkirinê Serdozgeriya Komarê daye destpêkirin û derbarê 31 kesan de biryara binçavkirinê heye.    Hevseroka HDP’a Mêrsînê û endama Meclisa Şaredariyê Bedriye Kuş, endamên Meclisa Şaredariyê Nuran Arslan, Mehmet Bîtkîn, Alî Tanriverdî û Nevzat Baran jî di nav de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.   LI BER ŞAREDARIYÊ PROTESTO    Endamên Meclisa Şaredariyê yên HDP’ê û EMEP’ê li ber avahiya şaredariyê binçavkirinan protesto kirin û daxuyanî dan. Endama Meclisa Şaredariyê yê HDP’yî parêzer Ozgur Çaglar axivî û got wan xwestiye bi Şaredarê AKP’yî Mustafa Gultak re hevdîtinê bikin lê belê nexwestiye hevdîtinê bike. Çaglar anî ziman ku armanca operasyonê ew e pêşniyaznameya deynkirinê ku du civîn berê nehat derbaskirin e û got: “Çi dikin bila bikin, wê bi van zextan nikaribin serê me bitewînin. Em wek endamên meclise ji ber binçavkirina hevalên xwe em civînê red dikin û tev li nabin.”    ÇOĞUNLUK SAĞLANMADI, TOPLANTI ERTLENDİ   Ji ber ku endamên Meclisê yên ji partiyên wek CHP, HDP û EMEP’ê tev li civînê nebûn û di civînê de bi piranî ava nebû, civîn taloqî sibê hat kirin.    Endamên Meclisêl i gorî partiyan wiha ye: AKP; 16+ 2 (Serokê Şaredariyê), HDP; 10, CHP; 8, EMEP; 1, Serbixwe; 2.