Piştî dorpêça li Zêvkanê operasyon hat destpêkirin 2022-07-28 10:45:00 COLEMÊRG  - Li gundê Zêvkan ê Geverê ji heman malbatê 6 kes hatibûn binçavkirin. Hat zanîn ku piştî dorpêça li ser gund, niha jî operasyona leşkerî hate destpêkirin.    Leşkerên artêşa tirk duh bi ser gundê Zêvka yê Gever a Colemêrgê de girtin û ji heman malbatê 6 kes binçav kirin. Li gundê ji duh ve di dorpêçê de operasyona leşkerî hate destpêkirin. Hat zanîn ku leşkeran duh hinek deverên gund kolandin. Piştî kolandinê jî leşkeran xwe ji gund vekişandin û li zozanên qadên Gola Qaza, Bin Çiya û Kaniya Xwînê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Operasyona leşkerî ya li herêmê hêj berdewam e.    Welatiyên di encama serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin jî niha li Fermandariya Cendirmeyan a Geverê tên ragirtin û biryara bisînorkirinê ya li ser dosyaya wan hêj didome.