Koçer: Ev şer dê neşibe şerên din û em ê gavên mezin biavêjin 2022-07-28 10:14:32 NAVENDA NÛÇEYAN  - Cîgirê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer diyar kir ku heke Tirkiye êrişî xaka wan bike dê tevî gel li ber xwe bidin û wiha got: “Ev şer dê neşibe şerên din û em ê di vê berxwedanê de gavên mezin biavêjin. Em pişta xwe bi tu dewletan germ nakin.”    Cîgirê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer têkildarî êriş û gefên Tirkiyeyê bi Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî. Koçer, diyar kir ku Tirkiye ji bo êrişeke li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ketiye nava hemû hewldanên siyasî, leşkerî û dîplomatîk.    Hesen Koçer diyar kir ku ji destpêka Şoreşa Rojava heta niha êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê tu caran kêm nebûne û wiha got: “Ev êrişên xwe berê ji hêla siyasî û şerê taybet dimeşand. Piştre ji hêla leşkerî bi DAIŞ, komên îslamî û OSO’yê domand. Dema ev jî bes nekirin, wê bi xwe êriş kir. Dixwaze gelê kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qir bike. Dixwaze nexşeya nîşanî NY’yê dabû pêk bîne û bi kûrahiya 30 km’an dagir bike. Dixwaze bi xebatên dîplomatîk ji DYA’yê tawîzan bigire da ku mîna Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê, deverên din jî dagir bike. Heke qadên dagirkirî neyên rizgarkirin, dê Sûriye parçe bibe. Li herêmên dagirkirî demografya tê guherandin.”    ‘BÛYE DEWLETA TERORÊ’   Koçer, bal kişand ser Komkujiya Zaxoyê û ev nirxandin kir: “Divê mirov Komkujiya Zaxoyê baş fêm bike. Ev komkujiyeke jirêzê nebû. Dema heman tişt bi serê kurdan tê kirin kesek dengê xwe nake. Divê helwesta dewletan a li dijî êrişên ser kurdan zelal be. Yan hûn tev li van komkujiyan dibin an jî helwesta xwe zelal bikin. Yê ku Sûriye, Lîbya, Iraq û hwd. tevlihev dike, Tirkiye ye. Lê kesek dengê xwe nake. Dewleta tirk ji bo van êrişan piştgiriyê ji gelek dewletan digire. Dewleta tirk êrişî zarok, jin, kal, bajar û gundan dike lê kesek dengê xwe nake. Qaşo dewletên demokratîk in. Erdogan kesekî nexweş e. Ji mirovbûnê derketine. Bi navê ‘şerê li dijî terorê’ êriş dikin. Lê ew bi xwe bûye dewleta terorê. Ji DAIŞ’ê xeteretir e. Heta ku ev zîhniyet neyê tesfiyekirin, dê mirov nekare qala tunekirina DAIŞ’ê bike.”    ‘BÊDENGIYA NY’Ê TÊ WATEYA HEVKARIYÊ’   Di berdewamê de Koçer got ku Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo pêşîlêgirtina çalakiyên li dijî Tirkiyeyê bi Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî re hevdîtin kiriye û wiha derbirî: “Ev kes qaşo kurd in. Anku dixwaze nerazîbûnan kêm bike. Lê hêrsa gel kêm nabe. Dewleta tirk êdî hedê xwe derbas kiriye. Rojane sûcên şer dike. Bi balafirên bêmirov êrişî Şengalê dike. Tişta ku DAIŞ’ê nekarî bike niha ew hewl dide temam bike. Dewleta tirk bavê DAIŞ’ê ye. Li Zirganê yek gund nema ku ne hilweşandin. Vê jî li pêş çavên cîhanê dike. Bêdengiya NY û dewletên din tê wateya hevkariyê. Lê em vê zilmê qebûl nakin û dê li ber xwe bidin.”    ‘EV ŞER DÊ NE ŞIBE ŞERÊN DIN’   Derheqê gef û êrişên Tirkiyeyê yên dawî jî Koçer ev nirxandin kir: “Ji bo êrişeke li dijî Minbic, Til Rifat û Kobanê hewl dide destûrê ji Rûsyayê bigire. Ji bo êrişeke li dijî Dirbêsiyê, Dêrik û Amûdê jî hewl dide destûrê ji DYA’yê bigire. Banga me ji bo van dewletan ew e ku qada hewayî bigirin. Dewleta tirk ji kuştina kurdan zewqê digire. Lewma bi her cureyên çekên kîmyewî êriş dike. Lê em pişta xwe bi tu dewletan germ nakin. Em ji gelê xwe bawerin. Me dît bê ka van hêzan xwe ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî çawa vekişandin. Divê mirov nebêje ji civîna Tehranê tiştek derneket. Dibe ku di hinek aliyan de lihev kiribin. Em baş dizanin ku li pêşiya me şerekî mezin heye. Ev şer dê neşibe şerên din. Dê civaka me tevdîrên xwe bigire û mekanîzmaya parastinê ava bike. Tekane rêyek li ber me heye ku ew jî berxwedan e. Di nava vê berxwedanê de dê gelek gavên me çêbibin. Şer hebe jî tune be jî em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin. Em xwedî hêzekî mezin in. Tekane armanca me mezinkirina şoreşê ye. Şoreşa me mezin dibe û dê hîn mezintir bibe.”