Li Girtîgeha Espiye lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin 2022-07-28 09:04:36 ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Kerem Ayas ê ku li Girtîgeha Espiyê ya Gîresûnê girtiye di telefona heftane de bi malbata xwe re axivî û diyar kiriye ku ji bo wan bibin nexweşxaneyê rêveberiya girtîgehê lêgerîna nava dev li wan ferz dike û banga hestiyariyê li raya giştî kir.   Li girtîgehên Tirkiyeyê li dijî girtiyan binpêkirina mafan her ku diçe zêde dibin. Girtiyên ku ji mafên xwe yên herî sereke bêpar tên hiştin rastî her cure binpêkirina mafan tên. Heta niha di girtîgehan de bi dehan girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan û hin ji wan jî bi awayeke bi guman jiyana xwe ji dest dan. Ji bo ku girtiyên nexweş bên berdan li Amed, Wan, Stenbol û Îzmîrê bi mehan e malbat Nobeda Edaletê digirin.    Girtiyê nexweş Kerem Ayas (23) ê ku ji ber pişta xwe nexweş e li Girtîgeha Espiye ya Gîresunê ya Tîpa L’yê tê ragirtin di telefona heftane li gel malbata xwe de diyar kir ku ew di qawîşekî de 20 girtî dimînin û gelek ji wan nexweş in û rêveberiya girtîgehê ji bo ku wan bibe nexweşxaneyê şertê lêgerîna nava dev li wan ferz dike û girtiyên ku vê qebûl nakin nayên tedawîkirin.    'JI BER KU QEBÛL NAKIN NABIN NEXWEŞXANEYÊ'    Dayika Ayas, Leyla Ayas anî ziman ku kurê wê di hevdîtina bi telefonê ya heftane de ji wan re gotiye ku bi rêbazên lêgerînê yê cuda îşkence li wan tê kirin û wiha axivî: "Kurê min ev 7 sal in girtî ye. Dema ku hatiye girtin birin Şirnexê. Piştre ji wir birin Semsûrê, ji wir jî birin Enqereyê û ji wir jî birin Orduyê û herî dawî jî sewqî Girtîgeha Espiya ya Gîresûnê kirin. Niha rewşa wî nebaş e û ew nexweş e. Dixwazin ku biçin nexweşxanê lê rêveberiya girtîgehê lêgerîna nava dev li ser wan ferz dike. Dibêjin, ‘Heke ku em devê we nevekin em we nabin nexweşxaneyê'. Lawê min got, 'Em naxwazin devê xwe vekin, ma çi di devê me de heye ku em vekin'. Êrîşeke wisa li ser wan heye. Ji min re got, hin hevalên wan ê ku rewşa wan giran e hene û pêwîste ku biçin nexweşxaneyê. Lê ji ber ku vê pêkanînê qebûl nakin nabin nexweşxaneyê. Rewşa wan nebaşe û em dixwazin ku bibin nexweşxaneyê. Ji xwe di girtîgehê de rewşa wan nebaşe, çima vê zilmê dikin? Ji me dûr kirine û em nikarin biçin bibînin."    'ÇI DI DEVÊ WAN DE HEYE?'    Ayas, bi lêv kir ku ev tiştê ku li ser zarokên wan tê ferzkirin li dijî însanetiyêye û wiha got: “Tu kes vê zilmê qebûl nake. Kurê min dema ku hatiye girtin 16 salî bû û tu sûcê wî nebû. Li gorî qanûnan jî kesê 16 salî zarok e û diviyabû nehatiba girtin. Lê ji ber ku edelet tune ye hat girtin û ser re jî ceza lê birîn. 15 sal ceza lê birine. Ev bêedeletî û bêhiqûqî ye. Heta niha çend cenaze ji girtîgehan derketin. Em naxwazin ku êdî ji girtîgehan cenaze derbikevin. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Cihê wan ne girtîgeh e. Ew kes nikarin zirarê bidin kesekî. Edelet hebûya wê bên berdan. Wê çi di devê wan de hebe ku vê zilmê dikin? Ev tişt nayê qebûlkirin. Em dixwazin ku demildest bibin nexweşxaneyê û dawî li vê pêkanînê bînin."