Parêzera Tuncer a HDP’î: Komplo tên gerandin û cezayên giran didin 2022-07-27 16:14:56   WAN - Endama Meclisa HDP'ê Arjîn Tuncer ku hatibû binçavkirin anî ziman ku polîsan di wesayîta zirxî de ji pişt ve kelemçe kirine, lê xistine û bi darê zorê şopên tiliyê wê girtine. Parêzera Tuncer jî da zanîn ku di demên dawî de komplo li ber gelek kesan tên gerandin û bi cezayên giran tên darizandin.   Endama Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Arjîn Tuncer di 22'yê tîrmehê de li pêşiya avahiyê HDP’ê hatibû binçavkirin. Tuncer di 23’yê tîrmehê de hat berdan û serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) da. Tuncer, têkildarî mijarê li ÎHD’ê daxuyanî da. Parêzera Tuncer, Ebrû Demîrtepe, Serokê ÎHD’ê Mehmet Karataş û Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê Medenî Gur jî di daxuyaniyê de amade bûn.    JI PIŞT VE HAT KELEMÇEKIRIN Û LÊ XISTIN   Tuncer, anî ziman ku bêyî sedemek bê nîşandan hatiye binçavkirin û birine nexweşxaneyê û xwîn jê girtine. Bi domdarî Tuncer destnîşan kir ku piştî karûbarên nexweşxaneyê dîsa li wesayîta zirxî hatiye siwarkirin û wiha qala wan kêliyan kir: "Ji pişt ve hatim kelemçekirin û 4 polîsan ez li erdê dirêjkirim. Polîsên TEM’ê serê min xistin nava çokên xwe û xwestin ez li rûyê wan binêrim. Di vê navberê de li min xistin. Dema ez li erdê dirêjkirî, bi darê zorê hewl dan şûşeyekî têxin nava destên min. Lê min destên xwe girtibûn û min nehişt. Li ser vê yekê jî destên min li wesayîtê xistin, bi darê zorê destên min vekirin, bandek xistin tiliyên min û şopa tiliyên min girtin. Piştre jî derbasî midûriyeta polîsan kirin. Min li wir bang li polîsên TEM’ê û yên li nezaretê kir ku min bibin nexweşxaneyê lê guh nedan. Roja din parêzerê min hat û rewşa xwe jê re vegot. Min giliyê wan polîsan kir û piştre li nexweşxaneyê rapora derbkirinê girt."   KOMPLOYAN DIKIN   Di daxuyaniyê de her wiha parêzera Tuncer, Ebrû Demîrtepe jî anî ziman ku miwekîla wê li ser îxbara "dê dikaneke cilan biteqîne" hatiye binçavkirin û ev agahî dan: "Bûyerên bi vî rengî di demên dawî de gelek diqewimin. Li ber gel komployan digerînin. Gelek kes ji ber van komployan bi cezayên giran tên darizandin. Miwekîla min jî bi komployeke wiha re rû bi rû ye. Ji bo êdî bûyerên bi vî rengî neqewimin, derheqê vê mijarê de lêpirsîneke bêalî û serbixwe were destpêkirin."