Rapora sê mehan a girtîgehan: 13 kesan jiyana xwe ji dest daye 2022-07-27 14:50:18 ENQERE - Li gorî rapora ÎHD’ê ya sê mehan li girtîgehan herî kêm 13 kes mirin e û gelek bûyerên îşkence û muameleya xerab qewimîne.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê Rapora Şopandina Binpêkirna Mafan ên di mehên nîsan, gulan û hezîranê de li Girtîgehên Herêmên Anatoliya Navîn qewimîne, li avahiya xwe bi civînek çapemeniyê eşkere kir. Rêveberên ÎHD’ê tev li civînê bûn.    Li gorî raporê di van sê mehên sala 2022’yan de li girtîgehan herî kêm 13 kesan canê xwe ji dest daye, ji van 13 kesan 5 kes girtiyên nexweş ên rewşa wan xedar bûne, 4 girtî jî bi awayên guman jiyana xwe ji dest dane û tê gotin 4 girtî jî întîhar kirine. Li gorî raporê di van her sê mehan de 76 kesan ji bo girtîgehên herêma Anatoliya Navîn, 14 kesan jî ji bo girtîgehên din bi giştî 90 kesî serlêdana binpêkirina mafê xwe kiriye.    JI 300 HEZARÎ ZÊDETIR GIRTÎ HENE    Di raporê de hat diyarkirin ku ji 30’ê hezîrana 2022’yan şûn ve 283 hezar û 455 hikûmxar û 38 hezar 738 girtî bi giştî 322 hezar 187 girtî û hikûmxwar hene û ji van girtiyan 307 hezar 232 zilam in, 12 hezar 693 jî jin in û 2 hezar 262 jî zarok in.    GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ    Di raporê de cih dan grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê jî. Li gorî raporê niha li Girtîgeha Afyonkarahisar a Jimara 1’an a Tîpa T’yê, Girtîgeha Bolu Tîpa F’yê, Girtîgeha Çorûm / Sungurlu Tîpa T’yê, Girtîgeha Sîncanê Jimara 2’yan a Ewlehiya Bilind û Girtîgeha Jinan a Sîncanê grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê berdewam dikin. Di raporê de behsa rojiya mirinê ya Sîbel Balaç û Gokhan Yildirim jî hat kirin.    HERÎ KÊM HEZAR Û 517 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE   Di raporê de hat diyarkirin ku li gorî daneyên ÎHD’ê herî kêm 651 jê girtiyên rewşa wan xedar bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene û li girtîgehên Anatoliya Navîn herî kêm 29 girtî bi binpêkirina mafê tenduristiyê re rûbirû mane. Di raporê de hat destnîşankirin ku tedawiya diranan a girtiyan tê astengkirin û girtî bi awayên kelemçekirî sewqî nexweşxaneyan tên kirin. Di raporê de hat gotin ku mafê tenduristiya girtiyan bi hêcetên “dixtor nîne” nayê kirin û rêveberiyên girtîgehan dermanên bi rapor asteng dikin ku girtî werbigirin.    ÎŞKENCE Û MUAMELEYA XERAB    Li gorî raporê di mehên nîsan, gulan û hezîranê yên 2022’yan de li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn 15 girtî bi îşkneceyê û muameleya xerab re rûbirû mane.    Di berdewamiya raporê de binpêkirinên mafan ên li girtîgehan qewimîne hatin rêzkirin.