ÎBB'ê Akademîsyena Aştiyê Şenvardar îxrac kir 2022-07-27 14:21:05 STENBOL - Akademîsyena Aştiyê Fatma Gul Eryildiz Şenvardar bi sedema îmzekirina Danezana Aştiyê bi KHK'ê hatibû îxrackirin. Şenvardar niha jî ji hêla ÎBB'ê ve hate îxrackirin.   Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB), Akademîsyena Aştiyê Fatma Gul Eryildiz Şenvardar ku ji ber îmzekirina Danezana Aştiyê bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû îxrackirin, ji kar derxist. Têkildarî mijarê Şenvardar li ser medyaya dijîtal bertek nîşanî ÎBB'ê da û got beriya niha bi KHK'ê û niha jî bi hinceta ‘KOD 42’ yê hatiye îxrackirin.    ÎBB beriya niha ji Akademîsyenên Aştiyê Alçay Çelîk û Veysel Altintaş jî bi heman hincetê îxrac kiribû.     KOD 42 ÇI YE   KOD 42; dema kesên ji bo kar hin wesfên ku pê re tunebin tîne ziman an jî karkerê ku der barê xwe de hin agahiyên ji rastiyê dûr dibêje û karsaz dixapîne.