Malbata Şenyaşar: Dozgerê ku hesab bipirse tune ye 2022-07-27 13:42:44   RIHA - Malbata Şenyaşar ku Nobeda Edaletê didomîne vê peyamê da: “Di nava mekanizmaya edaletê de em bi bêedaletiy herî mezin re rûbirû man. Dozgerê ku hesabê qetlîamê bipirse tune ye.”    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a li ber Dadgeha Rihayê ji 9’ê Adarê 2021’ê ve didome, di roja 506’emîn de berdewam kir.    Malbat wek her rojê vê sibehê jî ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hat ber Dadgeha Rihayê û dest bi nobedê kir.    'ÇIMA MALBATA MIN HAT QETILKIRIN?'   Emîne Şenyaşar di nobedê de axivî û destnîşan kir ku 2 sal in ew li ber Dadgeha Rihayê li benda edaletê ne û got: “Edaleta vê hikûmetê tune ye. Bi salan e lawê min di hundirê hucreyê de ye. Min zarokên xwe din xist bine axê. Salek û nîv e ez li vir mîna ku di binê erdê de bim. Ez li bendê me ku lawê min Fadil bigihîje azadiya xwe. Di şexsê wî de ez ji bo hemû mirovan edaletê dixwazim. Gelo çima malbata min hat qetilkirin? Heta ku edalet bicih neyê ez ê ji vir necim.”    'DOZGERÊN KU HESAB BIPIRSIN TUNE NE’    Li aliyê din malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir, bang li Wezareta Dadê kir û wiha got: “Di nava mekanizmaya edaletê de em bi bêedaletiy herî mezin re rûbirû man. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê qetlîam qewimî. Dozgerê ku hesabê qetlîamê bipirse tune ye. Helbet wê rojekê ev zim biqede.”