Li Manîsayê 4 kes hatin binçavkirin 2022-07-27 11:57:20   MANÎSA - Li navçeya Salîhlî, Yûnûs Emre û Şehzadeler ên Manîsayê, 3 jê endamên HDP'ê 4 kes hatin binçavkirin.    Li Navçeyên Salîhlî, Yûnûs Emre û Şehzadeler ên Manîsayê polîsan serê sibê avêt ser malan û 3 endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) binçav kirin. Hat ragihandin ku Gûrbet Ozdemîr li Salîhliyê; Zehra Ozdemîralp li Şehzadeler; Ahmet Karan jî li Yûnûs Emreyê hatine binçavkirin û piştre wan birine Miduriyeta Polîsan a Manîsayê.    Welatiyê bi navê Îbrahîm Yaman jî dema ku diçû Manîsayê, di derketina navçeya Salîhliyê de erebeya ku tê de bû hat sekinandin û wî binçav kirin.    Derbarê sedema binçavkirinan de tu agahî nehatin bidestxistin.