Endamê DÎAYDER’ê Înal: Em zîhniyeta yekperest qebûl nakin lewma dibin hedef 2022-07-27 10:50:54 STENBOL - Endamê DÎAYDER’ê Seyda Yûsûf Înan diyar kir ku ew li dijî zîhniyeta yekperest a desthilatdariyê derdikevin lewma dibin hedefa êrişan û wiha got: “Ditirsin ku qesrên wan hilweşin. Sedema van êrişên wan ên ewqas hovane jî ev e.”    Derheqê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Olê (DÎAYDER) de doz hatibû vekirin. Doz li 1’emîn Dadgeha Giştî ya Hiqûqê ya Bakirkoyê tê dîtin û danişîna biryarê di 28’ê hezîranê de hate dîtin. Di danişînê de bi hinceta “tevdîrê”, avahiya komeleyê ya li Bahçelîevler a Stenbolê ku di heman demê de weke mescîdê tê bikaranîn di 22’yê tîrmehê de hate mohrkirin. Endamên komeleya ku serokê wê hatiye girtin, ji ber xudbe û weazên bi kurdî tên darizandin.    Endamê DÎAYDER’ê Seyda Yûsûf Înal têkildarî zextên ser komele û endamên wan ji ajansa me re axivî.    ‘EM DI KARWANÊ ŞÊX SEÎD Û SEYÎD RIZA DE NE’   Înal, anî ziman ku zextên ser komeleya wan û dozên hatine vekirin ne bi îro re bisînor e û ev tişt anî ziman: “Li dijî van zextên wan ne Şêx Seîd, ne Seyîd Riza û ne jî Qazî Mihemed û Şêx Ubeydullahê Nehrî serî netewandin. Em jî weke peyhatiyên wan in. Dewlet jî dizane ku em di karwanê van kesan de ne. Lewma ji me ditirsin. A rast ji dest û lingan bûne. Ji bo xatirê xwedê me çi kiriye? Me çîqilekî darekê jî jê nekiriye lê ji me re dibêjin ‘terorîst.’ Em heqîqetê vedibêjin û serî natewînin. Lewma ewqas êriş û zextan dikin. Ditirsin ku qesrên wan hilweşin. Lewma ewqas bi hovane û dermirovî êrişî me dikin. Weke mînak, Weqfa Ensarê û hwd. her qirejiyekî dikin lê derheqê wan de dozek jî nehat vekirin. Bi milyonan lîre û dolar dan wan û hatin xelatkirin.”    ‘YEKPERESTÎ ÎNKARKIRINA XWEDÊ YE’   Bi domdarî Înal destnîşan kir ku desthilatdariya heyî xwedî zîhniyeteke yekperest e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yek ol, yek dewlet, yek nîjad, yek ziman û heta yek mezheb e. Ev tê wateya înkarkirina Xwedê. Em vê rastiyê dibêjin lewma ji me ditirsin. Mînak di Ayetî Celîleyê de wiha tê gotin; ‘Ziman, ayetên Xwedê ne. Yek ji nîşaneyên wehdaniyetê afirandina erd û asîmanan û ya duyemîn jî cudabûna ji hev a ziman û rengên we ne.’ Ev ayeta Xwedê ye. Dema tu rabî û bibêjî yekzimanî, wê demê vê ayetê înkar dikî. Di vir de ya ku herî zêde jê aciz dibin ew e ku em bi kurdî xutbeyan didin. Ez li dijî tu zimanan nînim. Min li welatên Îskandînavan jî bi sê zimanan xutbe xwend.”    ‘EM Ê TESLÎM NEBIN’   Di berdewamê de Înal got ku dê bi tu awayî teslîm nebin û wiha pê de çû: “Xwedê şahid e ku em qebûl nakin ew rastiyên Qur’anê xelet vebêjin, ola xwe weke ola Xwedê nîşan bidin û Qur’anê ji wateya wê derxînin û weke Îslama siyasî bi kar bînin. Mînak; tu eleqeya DAIŞ, El Qaîde, El Nusra, ENSAR, Cubbelî bi Îslamiyetê re nîne. Sedema êrişên li dijî me ew in ku em nabin amûrên van hewldanên wan. Em ê dîsa komeleyê vekin û di wê baweriyê de ne ku gel dê alîkariyê bide.”    DÊ TÊBIKOŞIN   Înal, axaftina xwe wiha qedand: “Me her bedelek da ber çavan û wisa dest bi vê têkoşînê kir. Em ê dev ji tiştên jê bawer dikin bernedin. Gelo ma em dev jê berdin û bikevin xizmeta faşîst û dîktatoran? Ez li dijî zilmê me. Xwedî, Qur’an, Incîl, Tevrat, Zebûr, demokrasî û her kesê biaqil li dijî zilmê ye. Dijbertiya zilmê sûc nîne. Cemaeta me dibêje; ‘Heta mescîda me vedibe dê li ser texteyan nimêjê bikin.’ Îcar ez ê çawa di vê rewşê de berpirsyariya xwe pêk neyînim. Her kesê ji xwe re dibêje mirov, misilman û xwedî wijdan neçare ku vê bike. Ceza jî bidin me em ê biqîrin.”