Aydar: Hewldanên nûvejenkirina Lozanê yên Tirkiyeyê vala ne 2022-07-27 10:09:03 STENBOL – Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar diyar kir ku Tirkiye di vê pêvajoyê de hewl dide statûya Lozanê dîsa ava bike lê belê ev hewldanên wê vala ne.    Nûnerên Tirkiye, Brîtanya, Fransa, Îtalya, Japonya, Yewnanistan, Romanya, Sirbistan, Hirvatistan û Yugoslavya jî di nav de, sed salê berê di 24’ê tîrmeha sala 1923’yan de li bajarê Lozan ê Swîsreyê Peymana Lozanê hat îmzekirin û welatê kurdan di nava çar welatan de hate dabeşkirin û gelê kurd bêstatû hat hiştin. Polîtîkayên înkar û tunekirinê yên Tirkiyeyê ku piştî Lozanê ev sed sal in didomîne, di serî de kurd û ermen, ji bo hemû neteweyên din mirin û komkujî anîn. Gelê kurd ku bêstatû hat hiştin û rastî zext, êriş û qirkirinan hat, ji Peymana Lozanê heta niha têkoşîna xwe didomînin. Ev têkoşîna gelê kurd ku ev sed sal in didomîne û heta roja me jî hatiye, weke xeleka herî zindî ya Rojhilata Navîn tê dîtin.    Bi minasebeta 99’emîn salvegera Peymana Lozanê de 57 partiyên siyasî, sazî û gelek rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend û akademîsyen li bajarê Lozanê hatin ba hev û konferansek li dar xist. Gelê kurd ku her tim dibêje ew Lozanê bi vî awayî qebûl nakin, piştî konferansê jî danezanek parve kir. Kurdan, da zanîn ku bi Lozana nû re tê xwestin ku gelê kurd sed salên din bêstatû were hiştin lê gelê kurd dê destûrê nede vê yekê.    Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar ku tev li konferansa li Lozanê bûbû, têkildarî armancên konferansê bi ajansa me re axivî.    ‘LOZAN, JI BO GELAN BELGEYA QIRKIRINÊ YE’   Zubeyî Aydar, anî ziman ku dewletan sed salê berê li Lozanê bi qedera gelê kurd lîst û wiha got: “Di vê konferansê de nûnerekî kurd tune bû. Inglîzan bi kemalîstan re pêşî lê girt ku nûnerên kurdan tev li konferansa Lozanê bibin. Piştre jî Kurdistan kirin çar parçe û ji wê rojê heta niha tê înkarkirin. Her wiha hêzên navdewletî ji dewletên herêmê re gotin ‘heke hun dixwazin dikarin kurdan tune bikin’ û bi vî awayî qirkirin erê kirin. Di esasê xwe de Lozan ji bo kurdan belgeya jenosîdê ye. Gelên ermen û suryan jî tev li vê konseptê hatin kirin. Dibe ku ji ewil ev gel rastî qirkirinê hatibin lê ev qirkirin bi Lozanê erê kirin. Serhildanên kurdan jî ji Lozanê heta niha berdewam in. Her wiha pêvajoya qirkirina kurdan dest pê kir û hêj didome. Me wê rojê qebûl nekir û niha jî li her deverê dibêjin ku qebûl nakin.”   HELWESTA KURDAN A BI KONFERANSÊ RE    Bi domdarî Aydar bal kişand ser konferansa li Lozanê hatiye kirin û wiha domand: “Bi konferansa li Lozanê re li dijî dewletên sed sal berê li Lozanê polîtîkaya qirkirinê erê kirin, helwestek hat nîşandan. Bi vê konferansê re ji dewletên peyman îmze kiribûn re hat gotin ku ‘Em sed sal berê nebûn lê niha li vê derê ne. We nekarî me tune bikin û em qirkirina gelê xwe qebûl nakin. Lewma em Lozanê nas nakin.’ Me bi vê konferansê hem me bang li cîhanê kir û hem jî peyama berxwedanê da. Ev yek bo kurdan destpêkek e. Di konferansê de pêvajoya rojên pêş hatin nîqaşkirin. Biryara têkoşînê hate dayîn.”    ‘ÎFADEYA ŞÊNBER A SERHILDANÊ’   Di berdewamê de Aydar bi lêv kir ku konferansa wan îfadeya herî şênber a hemû serhildan û raperînên di vê sedsalê de ne û wiha pê de çû: “Ji Dêrsimê heta Zîlan, Helebçe, Efrîn û Şengalê, ev konferans nûnertiya helwesta li dijî hemû komkujiyan e. Awayekî hemû serhildanên sedsala dawî ne. Me xwest bibin dengê her kesî. Me peyama ‘Ev Lozan bi vî halî nadome’ da dinyayê. Me xwest ku her tişt û îradeya kurdan ji nû ve were nîqaşkirin. Di halê hazir de me kurdan bi têkoşîna xwe heta astekî Lozan betal kiriye lê bi tevahî ji holê ranekiriye.”   ‘HEWLDANÊN TIRKIYEYÊ VALA NE’   Zubeyîr Aydar, destnîşan kir ku li başûrê Kurdistanê federasyon, li rojavayê Kurdistanê qadeke azad a kurdan heye û ev nirxandin kir: “Li Bakur û Rojhilat jî têkoşîneke me ya mezin heye. Ev destkeftiyên me jî niha di hedefa Erdogan de ne. Tirkiyeyê dev ji her tiştî berda ye û bi hemû hêza xwe êrişî kurdan dike da ku destkeftiyên wan tune bike. Di navenda hemû xebatên dîplomasiyê yên Erdogan de dijbertiya kurdan heye. Anku Tirkiye hewl dide statûya Lozanê jinûve ava bike. Tişta ku îro Tirkiye dibêje şerê man û nemanê, ev e. Lê belê ev hewldanên Tirkiyeyê tevek jî vala ne. Ji ber ku gelê kurd êdî xwedî tecrube ye. Êdî kesek nikare me neçarî statûya Lozanê bike. Di nava hewldanên vala de ne.”    ŞERÊ BI KURDAN RE RÊ LI BER KRÎZÊN GIRAN VEKIR   Aydar, daxuyand ku ji ber polîtîkayên şer ên Erdogan ên li dijî kurdan, Tirkiye niha ji her alî ve di nava krîzeke mezin de ye û wiha derbirî: “Divê dev ji vê helwesta xwe berdin. Di dema pêvajoya çareseriyê de ji bo gelên Tirkiyeyê ji her alî ve tiştên baş çêdibûn. Rewşa şer a 7 salên dawî jî em dibînin. Krîza aborî, enflasyona zêde û bihabûna her tiştekî girêdayî şerê li dijî kurdan e. Ji ber ku hemû çavkaniyên xwe bo şer vediqetînin. Serok Apo behs kiribû bê ka piştî ‘pêvajoya çareseriyê’ dê çi bi serê Tirkiyeyê were. Me dît ku dîsa mafdar e. Tirkiyeyê di sala 2015’an de pêvajoya çareseriyê bi dawî kir û di salvegera Lozanê de di 24’ê tîrmehê de biryara şer da. Asta şer em tevek niha dibînin.”    DÊ ÇALAKÎ HETA 2023’YAN BIDOMIN   Herî dawî jî Aydar ev tişt anî ziman: “Di civîna Lozanê de biryar hat dayîn ku dê çalakiyên me heta 24’ê tîrmeha sala 2023’yan bidomin. Me plansaziya van çalakiyan amade kir. Em ê bi çalakî, konferans, civîn û meşên xwe Lozanê bêbandor bikin.”