Li Geverê 6 ferdên malbetekê hatin binçavkirin 2022-07-27 09:22:07 COLEMÊRG - Leşkeran li gundê Zêckanê yê navçeya Gevera Colemêrgê avêtin ser malan û ji malbatekê 6 kes binçav kirin.    Li gundê Zêvkanê yê bi ser navçeya Gevera Colemêrgê vê sibehê gelek leşkeran gund dorpêç kir û avêtin ser malan. Leşkerên ku bi ser malan de girtin welatiyên bi navên Kemal, Nîhat, Şivan, Mûrat, Halît û Şukru Polat ên ji heman malbatê binçav kirin. Welatî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin binçavkirin. Hat zanîn ku ji paş ve destê welatiyan hatiye kelemçekirin û ew birine Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê.     GUND DORPÊÇKIRÎ YE    Hat destnîşankirin ku di serdagirtina malan de hem kesên ku hatine binçavkirin hem jî kesên li dijî lêgerînê derketine bi tundiya leşkeran ve rûbirû mane. Hat ragihandin ku gund di dorpêça leşkeran de ye.