Cara dudoyan dema berdana girtî Yildiz hat dirêjkirin 2022-07-27 09:04:12 AMED - Li Girtîgeha Amedê girtî Hamza Yildiz ku 6 sal cezayê xwe qedandiye, cara dudoyan înfaza wî hat şewitandin û dema girtina wî 6 mehên din jî hat dirêjkirin.  Li girtîgehan binpêkirinên mafan her diçe zêde dibin, girtiyên nexweş nayên dermankirin û girtiyên ku cezayên wan qediyayê jî bi hincetên cur bi cur nayên berdan. Herî dawî jî girtî Hamza Yildiz ku ji ber "endamtiya rêxistinê" di Girtîgeha Amedê ya Tipa F'yê ya Hejmara 2'yan de ye, dema berdana wî cara dudoyan hat dirêjkirin. Dema berdana Yildiz heya 6 mehan hatiye dirêjkirin.    Dayika wî Turkan Yildiz da zanîn ku înfaza lawê wê cara 2’yan hatiye şewitandin û cezayê wî 6 mehan hatiye dirêjkirin.   ‘2 CARAN ÎNFAZA LAWÊ MIN ŞEWITANDIN’   Yildiz da zanîn ku di 18’e Tîrmehê de lawê wê telefonî wê kiriye û gotiye, Lijneya Îdare û Çavdêriyê bi hinceta ku ew neçûye lijneyê înfaza wî şewitandine. Yildiz bi lêv kir ku berdana kurê wê bû cara dudoyan heya 6 mehan hatiye dirêjkirin û got: “Ew bêehleqîtî û bêhiqûqîtî ye. Laweê min di ya Tîpa D de bû, lê 2 sal in di ya Tîpa F de ye. Cara ewil poşmanîtî lê ferzkirin, lê ji ber ku qebûl nekir cezayê wî heya 6 mehan dirêj kirin. Piştî wê carek din Rêveberiya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê bang lê kiriye, lê ji ber ku neçûye înfaza wî şewitandine û cezayê wî heya 6 mehan dirêj kirine.”   ‘GELEK GIRTÎ BI COVÎD-19'Ê KETINE'   Yildiz bi lêv kir ku dema çûye girtÎgehe hevdîtin bi kurê xwe re kiriye pê hesiyayê ku di girtîgehe de gelek kes nexweş in û ev agahî dan: “Dema ez çûm serdana lawê xwe ez pê hesiyam ku hevalên wî hemû bi Covîd-19'ê ketine. Hemû nexweş in. Bila girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyayê berdin. Mafê girtiyan tê binpêkirin. Bila êdî mafê wan binpê nekin. Poşmantiyê li ser ferz dikin. Ma çima zarokên me poşman bibin? Tiryakkêşan berdidin, kesên mirovan dikujin berdidin, lê çima zarokên me bernadin?”   'EM TUCARÎ VÊ TECRÎDE QEBÛL NAKIN’   Di dawiya axaftina xwe de Yildiz bal kişand ser tecrîda li ser girtiyan û ji bo tecrîd bi dawî bibe bang li malbatên girtiyan kir: “Banga min ji bo hemû dayikan e; bila destê xwe bidin hev du û bila dengê me bigihînin çar parçeyê Kurdistanê û hemû dinê. Êdî bes e ew tecrîd. Tecrîdek bêehlaqî li ser zarokên me ye, êdî bila ew tecrîd bê şikandin. Em tu carî vê tecrîdê qebûl nakin.”