Kelemçeya ku polîsan li destên wê xistibûn agirkujan vekir 2022-07-27 09:03:51 STENBOL - Karkerên agirkujiyê kelepçeya Berfîn Polat a di dema bîranîna Komkujiya Pirsûsê de hatibû binçavkirin vekirin. Polat diyar kir ku tahde li wan hatiye kirin û got: "Tekane rêya li dijî van êrişan têkoşîneke xurt e."   Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê di salvegera qetilkirina 33 kesên di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di encama êrişa bombeyî ya DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabûn, polîsan êriş biribûn ser çalakiyan. Di meşa bîranînê de ku di 20'ê Tîrmehê de li Kadikoyê hat lidarxistin, 104 kes hatibûn derbkirin û binçavkirin. Berfîn Polat ku di meşa par a ji bo 6'emîn salvegera komkujiyê de polîsan milê wê şikandibû, di meşa li Kadikoyê de jî hatibû binçavkirin.    ÎTFAIYEYÊ KELEMÇE VEKIRIYE   Polîsan Polat û hevalên wê derb kirine û destên wan ji paş de kelemçe kirin û ew bi vî awayî birine Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Kelepçeya ku polîsan li destên Polat xistiye ji ber ku zexm hatiye girêdan, li wir nehatine vekirin. Piştî vê polîsan gazî agirkujan kiriye û agirkujan kelemçeya di destê Polat de vekirine. Paşê Polat bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hatiye kirin û dadgeriyê ew bi şertê mehekê hepsa malê berdaye.    SEDEMA ÊRIŞAN   Polat ku wê heta 22'yê tebaxê di hepsa malê de bimîne, tahdeya polîsan a li hemberî ciwanan û sedemên wê nirxandin. Polat diyar kir ku di meşê de rastî tundiya polîsan hatiye û got: "Kesên ku li Pirsûsê komkujî kirin û kesên êriş anîn ser meşa ji bo Pirsûsê 'heman kes' in. Polat got: “Ji ber ku dizanin em ji her kesî re dibêjin ku berpirsyarê komkujiyê ew in, lewma êriş dikin. Her kesê ku li kuçeyan komkujiyên teşhîr dike û ji bo wan didikeve kuçeyan tê xwestin bên tepisandin. Sedema sereke ya êrişên wan ev e."   Polat wiha got: “Ji ber ku em li hemberî vê terora dewleta faşîst bêdeng namînin, em dibin hedefa wê. Ji ber ku em li dijî komkujiyên ku wan kirine li kolanan deng derdixin. Ji ber ku em li dijî zextên li ser gel û jinan derdikevin. Pir ji vê ditirsin. Û ji ber ku ditirsin dixwazin şoreşger, welatparêz û yên li kolanan têdikoşin ji kolanan biqeşitînin. Her wiha difikirin ku wê bi van êrişan me ji kolanan xalî bikin. Loma jî her roj hinekî din êriş dikin. Dixwazin hinekî din jî tune bikin."    POLÎS Û DARAZ   Polat bi lêv kir ku polîs û saziyên dewletê wan wekî "dijmin" dibînin û wiha axivî: "Polîs li kolanan û daraz jî li salonan îşkenceyê li me dikin. “Polîs û daraz dixwazin me bitirsînin. Li ser vê siyasetek tê meşandin. Polîs bi îşkenceya li kolanê dixwazin vînê bişikînin. Ji bo vê jî me binçav dikin û îşkenceyê dikin. Destên me dişkînin. Ji bilî îşkenceya fizîkî, ji aliyê psîkolojîk ve jî armanc dike ku me ji têkoşînê û kolanan xalî bikin. Dadger jî bi girtina me û bi hepsa malê dixwazin me bi temamî ji hev veqetînin û bitirsînin. Ji bo vê jî serî li her rêyê dikin."    TAHDEYA FIZÎKÎ Û DERÛNÎ   Polat bal kişand ser tahdeya di dema binçavkirinê de û wiha domand: "Di binçavan de polîsan hewl da vîna min teslîm bigire. Îşkenceyê jî bikin û milên me bişikînin an jî me bikujin jî em serî natewînin. Baş dizanin e şoreşgerine ku li hemberî barîkatan dadikevin kolanan. Lewma gava dibînin nikarin bi îşkenceya fîzîkî bi ser bikevin vê carê serî li ya derûnî didin. Mesela carinan di binçavan de gefan dixwin, dibêjin 'ma tu dizanî ez kî me?' Her wiha bi komkujiyên ku kirine gefê dixwin. Dibêjin 'ez ê heman tiştî bikim.' Hewl didin di warê derûnî de mirovan hilweşînin. Gava dibînin nikarin bi ser bikevin vê carê tahdeya derûnî û fîzîkî bi hev re dikin."     DÊ NIKARIBIN SERBIKEVIN   Polat destnîşan kir ku îşkenceya tê kirin polîtîkayeke dewletê ye û got: "Tekane rêya li dijî van êrişan têkoşîneke xurt e. Jin li kuçeyê bi tahdeya polîsan re rû bi rû dimînin. Em şoreşger dizanin ku ev îşkence û êriş polîtîkayeke taybet a dewletê ye. Rêbazeke ji bo tepisandina me ye."    Polat bi lêv kir ku berê jî hatiye girtin û wiha got: "Cihê ku divê şoreşger lê bin, kolan in. Ji ber ku em li kolanan hilberînê dikin, em li kolanan şer têdikoşin. Dixwazin em ji kolanan derkevin. Dixwazin me di malan de heps bikin. Difikirin ku dê bi vî awayî têkoşîna me bi dawî bibe. Şoreşgeriya me ne tenê li kolanan e, ew jî bi vê dizanin. Em li malan jî şoreşgeriyê hildiberînin. Malên em lê ne, hucreyên em tê de hemû bûne parçeyeke şoreşgeran. Em dikarin li van deran jî bitêkoşin. Mehek bi şûn de ez ê dîsa dakevim kuçeyan. Ev ne navberek e, ez ê têkoşîna xwe di hepsa malê de bidomînim."    MA / Mehmet Aslan