Eren: Serlêdana me ya derbarê qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re nehat bersivandin 2022-07-27 09:03:21 AMED - Serokê Baroya Amedê Nahît Eren diyar kir ku Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serlêdana 775 parêzeran a li dijî qedexeya hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re nebersivandiye. Baroya Amedê ev demeke bûye hedefa komên nijadperest. Bi taybetî piştî ku komkujiya li gundê Perex ê bajarê Zaxoyê ya Herêma Kurdistana Federe ya bi destê Tirkiyeyê li dijî sivîlan hat kirin û helwesta wê ya ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gef lê tên xwarin û hedef tê girtin. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren destnîşan kir ku gefên tên xwarin û hedefgirtin girêdayî polîtîkayên ewlekariyê yên li ser meseleya kurd in.    Eren anî ziman ku Baroya Amedê li hemberî neheqiyan xwedî helwesteke dîrokî ye, hewldanên wê yên di vî warî de hikûmetê nerihet dike û ji ber vê gef lê tên xwarin û hedef tê girtin. Eren got: "Helwesta hikûmetê ya li hemberî Baroya Amedê ji duh heya niha wisa ye."    Eren bi lêv kir ku hedefgirtina wan ne girêdayî meseleya kurdî ye û pirsgirêka kurd bingeha binpêkirina mafan û bêhiqûqiyên li herêmê ye û ev êriş ne meseleyeke 10 salî ye. Eren da zanîn ku binpêkirinên mafan ên giran ên ji salên 1990'î û vir ve bi taybetî li herêmê rû didin û wiha got: "Ne meseleyeke ku mirov wê û meseleya kurdî ji hev cuda binirxîne. Di vî warî de Baroya Amedê çi hiqûq, çi jî bi nasnameya xwe ya sazûmanî xwedî helwest e li dijî vê yekê. Gotinên wê yên di vî warî de her tim ew nerihet dikin."   'MESELEYA NEÇARESERKIRINA MESELEYA KURDÎ'   Eren anî ziman ku xitimandina pirsgirêka kurd di heman demê de bi binpêkirina mafan re bûye çavkaniya pirsgirêkên civakî û got: “Her cara di çaçroveya meseleya kurdî de tenê polîtîkayên ewlehîparêz rû didin, binpêkirinên mafan zêde dibin. Di vê çarçoveyê de; bar zêdetir dikeve ser milê rêxistinên legal û rêxistinên sivîl ên wekî me. Rabûna li dijî van binpêkirinên mafan, mixabin desthilatên bi polîtîkayên ewlehîparêz nêzî meseleyê dibin nerihet dike. Ez dikarim bibêjim ku di bin gefxwarinan û hedefgirtinan de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye.”   ‘AKTOR DIVÊ BI ROLA XWE RABIN'    Eren di berdewama axaftina xwe de wiha axivî: “Em saziyeke ku di wê baweriyê de ne ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi awayekî bê şer û pevçûn bê çareserkirin, divê hemû aktor rola xwe bilîzin. Em Baroya Amedê me her tim ev tişt aniye ziman; em li dijî şer û pevçûnê mafê jiyanê diparêzin. Em saziyek e xwedî vê bîr û baweriyê ne ku çareseriya van pirsgirêkên civakî yên dîrokî bi diyalogê, bi welatîbûneke azad û wekhev pêkan e. Ji bo ev mesele bi awayekî demokratîk bê çareserkirin divê her kes di nava vê pêvajoyê de be."    'QEDEXEKIRINA HEVDÎTINA BI MALBATÊ Û PARÊZERAN BÊHIQÛQÎ YE'   Eren bal kişand ser bêhiqûqîtiya li Îmraliyê jî û destnîşan kir ku destûr nedayina malbatê û parêzeran a bi Ocalan re di warê hiqûqî de meseleyeke bipirsgirêk e û wiha domand: “Ji aliyê din ve, kesekî ku di çareserkirina pirsgirêkê de rol û pozîsyona wî esas tê girtin, teqez divê daxilî nava pêvajoyê bibe. Gava pêwendî bê danîn an jî vîna ji bo çareseriyeke rasteqîn derkeve holê, dê her kes wekî aktorekî tişta dikeve ser milan bike."   BERSIV NEDA   Eren ji bo 775 parêzerên ku ji bo hevdîtin bi Ocalan re bê kirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn jî got: "Mixabin Wezareta Dadêheya niha tu serlêdanek me nebersivandiye."    Eren destnîşan kir ku baroya wan gelek caran ragihandiye ku pêdiviya meseleya kurdî bi çareseriyeke mayinde heye û got: "Pirsgirêka kurd pirsgirêkeke ku ev 40 sal in bûye sedema mirina bi deh hezaran kesî. Pirsgirêka kurd di heman demê de sedema demokrasî, azadî û zirareke mezin a aborî ya Tirkiyeyê ye. Di vê wateyê de em Baroya Amedê me her tim diyar kiriye ku pêwîstiya vê pirsgirêkê bi çareseriyeke mayinde heye, divê ev pirsgirêk di aliyê çandî, siyasî û nasnameyî de bê çareserkirin. Divê ev pirsgirêk nebe pirsgirêkeke şer a 40 salên din jî. Di vî warî de em di wê baweriyê de ne ku niyeta çareseriyê dê bi rêya diyalogê be. Banga me ya baroyê ji bo hemû aktoran e ku di vî warî de berpirsiyariya xwe bi cî bînin."    MA / Mujdat Can