ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2022'YAN 2022-07-27 09:00:01     * Serokê Baroya Amedê Nahît Eren diyar kir ku Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serlêdana 775 parêzeran a li dijî qedexeya hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re nebersivandiye.   * Makbûle Ozer a 80 salî, piştî ku 2 sal û mehek cezayê derheqê wê de hatibû erêkirin di 9'ê Gulanê de hatibû girtin. Parêzera Dîlan Kûnt Ayan ji bo muwekîla wê cezayê xwe li malê biqedîne serî li AYM'ê da.    * Karkerên agirkujiyê kelepçeya Berfîn Polat a di dema bîranîna Komkujiya Pirsûsê de hatibû binçavkirin vekirin. Polat diyar kir ku tahde li wan hatiye kirin û got: "Tekane rêya li dijî van êrişan têkoşîneke xurt e."   * Li Girtîgeha Amedê girtî Hamza Yildiz ku 6 sal cezayê xwe qedandiye, cara dudoyan înfaza wî hat şewitandin û dema girtina wî 6 mehên din jî hat dirêjkirin.    * Endama Fermandariya Giştî ya QSD'ê Newroz Ehmed anî ziman ku dewleta Tirkiyeyê jibo hemû herêmê xeterê ye û wiha got: "Divê li hemberî dewleta Tirkiyê hemû kesên ku mafê mirovan diparêzin xwedî helwest bin. Divê Erdogan li dadgeha navneteweyî bê darizandin."    * Aktîvîstê Ekolojiyê Mûrat Bîlgîç têkildarî talankirina xwezaya Kurdistanê û herê dawî darên ku li Şirnexê tên birîn axivî û got: “Sazî û dezgehên netewî û navnetewî wexta mijar dibe xwezaya Kurdistanê be ker, kor û lal dibin."    * Li ser mirina Dengbêj Fadilê Cizîrî 4 sal derbas bûn. Birayê Dengbêj Cizîrî, Dengbêj Seyît Mehmet Ergûl qala birayê xwe kir û wiha got: "Bi ser mirina wî re 4 sal derbas bûn lê klamên wî di her kêliya jiyana me de ne."   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 506'emîn de berdewam bike.   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan dê li Amed, Stenbol û Îzmîrê berdewam bike. (11.00-16.00)    * ÎHD'a Enqereyê dê rapora sê mehî ya derbarê girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn de li avahiya xwe eşkere bike. (12.00)   * Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP'ê dê li nvçeyên Konak û Seferîhîsar ên Îzmîrê bi elewiyan re bicive. (13.00-17.00)   * MED-DER dê li avahiya xwe ya li navçeya Peyasa Amedê ji bo ferhenga berfirehkirî ya kurdî-tirkî ya Zana Farqînî bernameya danasîn û îmzeyê li dar bixe. (18.00)