133 saziyan ji bo Aydenîz bang kirin 2022-07-26 15:43:51 AMED - Bi pêşengtiya OHD û Komeleya Jinan a Rosayê, 133 saziyan li dijî hewldana rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, bang li parlamenteran kir ku di hilbijartina Meclisê de biryara redê bidin.  Li dijî hewldana rakirina parêzbendiya parlamenterên jin ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi pêşengtiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Jinan a Rosayê, 113 saziyên rêxistinên civaka sivîl, komele, platform, nûnerên partiyên siyasî di 20’ê mehê de kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de heta niha di serî de Partiya Gel a Komarê (CHP) bang li gelek partiyên muxalîf hate kirin û hat gotin ku divê parlamenter xwedî li normên demokratîk derkevin, li peywira xwe rabin û di hilbijartina TBMM’ê de dengê redê bi kar bînin.    SAZIYÊN KU KAMPANYA ÎMZE KIRINE    Saziyên heta niha daxuyanî îmzekirine ev in: Platforma Jinan a Edeneyê, Meclisa Jinan a Semsûrê, Tora Piştevaniyê ya Wekheviya Zayendî ya Civakî ya AG-DAT’ê, Akdam, Meclisa Jinan a KESK’ê ya Amedê, MEBYA-DER a Amedê, Platforma Jinan a Enqereyê, Komeleya Piştevaniyê ya Navenda Piştevaniya Jinê ya Antalyayê, Meclisa Jinan a Antalyayê, Komeleya Lêkolînên Ziman Çand û Hunerê ya Arsîsayê, Parastina Bajar a Bakirkoyê, Jina Xemrî ya Bakirkoyê, Komeleya Muxalîfên Leşker ên Darbeyên Leşkerî, ADAM-DER, Komeleya Piştevaniyê ya Jinan a Bodrumê, Platforma Jinan a Bodrumê, Platforma Jinan a Bursayê, Komîsyona Xebatkarên Jin û Zayenda Civakî ya Komeleya Hiqûqnasên Hemdem, DAD, Platforma Jinan a Datçayê, Meclisa Jinan a DBP’ê, Komeleya Jinan a Demîr Leblebî, Tevgera Jinan a Demokratîk, Platforma Jinan a Dêrsimê, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê, Platforma Jinan a Dîkîliyê, Şaxa DÎSK’ê ya Amedê, Şaxa Emeklî Sen a DÎSK’ê ya Çanakkaleyê, Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, Komîsyona Mafên LGBTÎ+’iyan, Komîsyona Hekîmtiya Jinan û Tenduristiya Jinan a Odeya Bijîşkan a Amedê, Hewldana Li Dijî Sûcê Raman, TUHAYDER a Egeyê, Komîsyona Jinan a Şaxa Egîtîm Sen a Wanê, Şaxa Egîtîm Sen a Wanê, Ev-Ek-Sen,  Buroya Hiqûqê ya Bindestan, Rêxistina Sosyalîst a Bindestan a Antalyayê, Komeleya Piştevaniya Jinan a Fethiyeyê, Fîlmmor, Jinên Aştiyê yên Foçayê, FOçart, Komeleya Jinan a Gunebakan, Şaxa Hejmar 7 a Haber-Senê, Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Colemêrgê, Jinên Halkevcî, Kongreya Demokratîk a Gelan, Meclisa Nûnertiya Jinan a Bajar a Kongreya Demokratîk a Gelan, Rêxistina HDP’ê ya Antalyayê, Meclisa Jinan a SIDP a Antalyayê, Meclisa Jinan a HDP’ê ya Hatayê, Meclisa Jinan a HDP’ê, Meclisa Jinan a HDP’ê ya Osmaniyeyê, Edalet Ji Bo Herkesî, Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê, Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’a Amedê, Partiya Însan û Azadiyê, Komeleya Kar Perwerde Entegrasyon ABI e.V. ya Hanburgê, Komeleya Piştevaniyê ya Jinan a Îzmîrê, Platforma Jinan a Îzmîrê, Meclisên Jinan, Tora Parastinê ya Jinan, Komeleya Nivîskarên Jin, Komeleya Jinan, Komeleya Mafên Mirovan a Jinan-Çareseriyên Nû, Komeleya Jin Bi Hev re Bihêz in, KASED (Komeleya Jin Çand Huner û Wêjeyê), Komeleya Şêwir û Piştevaniyê ya Jinan a Katre, Komeleya Çandê ya KAYY.DER, Meclisa Jinan a KESK’ê, Komeleya Jinan a Kirkyama, Komeleya Îsota Sor, KODA, Komeleya Lêkolînên Kurd, Kovara DESTAR, Meclisa Jinan a KESK’ê ya Mêrdînê, Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê, Komeleya Mafîgol Kaan a Wanê, MEBYA-DER, Hewldana 78’an a Mêrsînê, Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê, Komeleya Şopandin û Lêkolînê ya Koçberiyê ya Mezopotamyayê, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, Komeleya Jinan a Mîmozayê, Piştevaniya Mor, Mor Samaşik, Komeleya LGBTÎ+ ya Muamma, Komîsyona Jinan a Şaxa OHD’a Enqereyê, Komîsyona Jinan a Şaxa OHD’a Êlihê, Komîsyona Jinan a Şaxa OHD’a Amedê, Şaxa OHD’ê ya Colemêrgê, Komîsyona Jinan a Şaxa OHD’a Colemêrgê, Komîsyona Jinan a OHD’ê, Komîsyona Jinan a Şaxa OHD’a Mêrsînê, Şaxa OHD’a Rihayê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê, Şaxa OHD’ê ya Stenbolê, Komîsyona Jinan a Wanê, Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal a Amedê, Komeleya Hêviyên Rengîn, Komeleya Jinan a Rosayê, Meclisa Jinan a SES a Wanê, Şaxa SES’ê ya Wanê, Meclisa Jinan a Partiya Rizgariya Sosyalîst (SYKP), Komeleya Jinan a Star, Piştevaniya Jinan a Sûltangazî, Rêxistina SYKP’ê ya Antalyayê, Şaxa Tarim Orkam-Sen’ê ya Wanê, Kedkarên Baskê Xizmetê yê Çandinî û Daristaniyê, Mîkasi, TJA, Lijneya Jinan a Koordînasyona Bajar a TMMOB’ê ya Amedê,  Lijneya Jinan a Koordînasyona Bajar a TMMOB’ê ya Colemêrgê, Lijneya Jinan a Koordînasyona Bajar a TMMOB’ê ya Wanê, Komeleya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Tohum, Çand û Huner, TUHAY-DER, Foruma Çandê ya Tirkiye-Almanyayê, TÎP, Platforma Jinan a Rihayê, Baroya Wanê, Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Wanê, Wan Çev-Der, Platforma Jinan a Wanê, Meclisa Jinan a KESK'ê ya Wanê, Komeleya Piştevaniya Jinan a Yaşamevî, Jiyan Havize Azadî, Jina Demokrat a Nû, Komeleya Jiyana Nû, Foruma Jinan a Yogurtçu, Hewldana Hemwelatî û Jinên Elewî yên 17+."   Saziyên ku daxuyanî îmze kirine her wiha dê îşev ji bo Aydenîz hashtagê vekin.     Fezlekeya rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û parlamentera Amedê Saliha Aydenîz îro li Komîsyona Makeqanûn û Edaletê ya Meclisê û Komîsyona Têkel tê nîqaşkirin.