Di doza DÎAYDER’ê de derewa şahidê nepen dema hatin ‘hevrûkirin’ teşhîr bû 2022-07-26 13:40:27 STENBOL - Şahidê nepen ê doza DÎAYDER’ê yê bi koda “Padîşah” bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Şahidê nepen da zanîn ku hemû endamên komeleyê yên navên wan hatine xwendin nas dike lê belê dema bi endamên komeleyê re hatiye hevrûkirin jî derket holê ku yek ji wan nas nake.    Bi hinceta ku xutbe û weazên xwe bi kurdî dane, derheqê Serokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Olê (DÎAYDER) Ekrem Baran û 23 endamên komeleyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. 6’emîn danişîna dozê li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hate dîtin. Endamên DÎAYDER’ê yên tên darizandin, malbatên wan û gelek kesên din di danişînê de amade bûn. Danişîn, bi tespîtkirina nasmayena dest pê kir. Şahidê nepen ê bi navê “Padîşah” ku derheqê endamên komeleyê îfade dane bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû.     Şahidê nepen pirsên serokê dadgehê bersivand û got ku DÎAYDER a ku li Stenbolê fealiyetên xwe didomîne li Rezan a Amedê ye. Li ser vê gotinê jî kesên li eywanê keniyan. Şahidê nepen diyar kir ku endamên komeleyê naçin mizgeftan û beşdarî nimêjên înê yên sivîl dibin. Li ser vê yekê serokê dadgehê pirsa “Mizgeftên diyanetê dihatin protestokirin?” ji şahidê nepen kir. Şahidê nepen jî bersiva “erê” da. Bi domdarî şahidê nepen got ku DÎAYDER li bajarên derdorê jî xebatên xwe dimeşîne û li ser pirsa serokê dadgehê ya “Li Stenbolê jî didomandin?” jî şahidê nepen bersiva “Nizanim bê ka li Stenbolê dimeşîne yan na” da. Serokê dadgehê piştre jî navên kesên di dosyayê de tên darizandin xwend û pirs ji şahidê nepen kir bê ka nas dike yan na. Şahidê nepen jî got ku gelemperiya navên hatine xwendin nas dike.    ŞAHIDÊ NEPEN KESÊN KU DIGOT ‘NAS DIKIM’ NAS NEKIR    Parêzerê komeleyê Ekrem Baran ê bi navê Firat Epozdemîr bi bîr xist ku şahidê nepen di demên berê de derheqê paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de agahiyên berfireh daye û jê pirsiya bê ka ev îfade yên wî ne yan na. Şahid jî got ku ev axaftin ên wî bi xwe ne. Epozdemîr, ji şahid xwest ku kurtasiya wan îfadeyan li eywanê dubare bike. Lê belê şahidê nepen diyar kir ku dê nekare heman tiştan dubare bike. Parêzer Epozdemîr xwest ku şahidê nepen û kesên tên darizandin hevrû bike. Şahidê nepen yek bi yek li kesên derketin pêşberî kamerayê nihêrt û yek endamê DÎAYDER’ê nas nekir. Ji bo endamê DÎAYDER’ê Alî Fuat Hatîp ê derketî pêşberî kamerayê jî şahidê nepen got ku di xebatên HDP’ê de cih digire.    TU KESÊ PÊ RE HATIYE HEVRÛKIRIN NAS NEKIR   Di dema hevrûkirinê de parêzeran xwestin pirsan bikikn lê serokê dadgehê destûr neda. Şahidê ku di demên berê de digot endamê komeleyê Mehmet Emîn Aslan nas dike, li pêşberî ekranê got ku Aslan heta niha qet nedîtiye. Her wiha Ekrem Baran jî bi şahid re hate hevrûkirin ku dema navê wî hatiye xwendin şahid digot ku nas dike. Şahidê nepen got ku Baran dîtiye lê navê wî nizane. Her wiha şahidê nepen endamê komeleyê Seyda Fevzî Bariş jî nas nekir.    XWEST ŞAHID WERE GUHDARÎKIRIN    Piştî axaftinên şahidê nepen, dozger mafê axaftinê girt û xwest ku rewşa girtî ya Ekrem Baran bidome. Baran jî li Girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û da zanîn ku hemû kesên bi heman îdiayan hatibûn girtin hatine berdan lê belê tê xwestin ku ew bê cezakirin. Parêzerê Baran, Ozdemîr jî diyar kir ku di demên berê de daxwaza wan çêbûbû ku hinek şahid bên guhdarîkirin lê ev daxwaza wan hatiye redkirin. Epozdemîr, xwest ku Orhan Cînal ê ku tê îdiakirin qertên alîkariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi îdiaya ku bidin “malbatên şehîdan” radestî DÎAYDER’ê kiriye were guhdarîkirin. Dadgehê ev daxwaza Epozdemîr qebûl kir.    ŞAHID: KEYA JÎ HER TIM BELAV DIKE   Cînal, da zanîn ku ew komeleya DÎAYDER’ê nas nake û endamên DÎAYDER’ê yên li eywana dadgehê jî li taxê nas dike. Cînal, diyar kir ku hemû kes bi bazirganiyê re mijûl dibe û ew Baran li heman apartmanê dimînin. Bi domdarî Cînal anî ziman ku Baran du caran qertên alîkariyê dayîne wî û wî jî ev qert dane malbateke Sînopê ya xizan. Cînal, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min jê nepirsî bê ka ev qert ji ku hatine. Ji ber ku me jî di demên berê de hema hema bi heman awayî alîkarî belav dikir. Lewma min jê nepirsî. Beriya wê keyayê taxê jî di anîn. Gelemperî ev qert di cejnan de tên belavkirin. Nizanim bê ka ev qert ji bilî min dane kê. Min gelek sûd ji zanyariyên Baran ên ol girt. Ez wî weke kesekî girîng dibînim. Ji wî hîn bûm bê ka nimêj çawa tê kirin.”    BAL KIŞAND SER RÊBERÊ PKK’Ê OCALAN   Piştre jî parêzer Epozdemîr pirsa “Gelo çi eleqeya wê malbata alîkarî pê re hatiye kirin bi rêxistinê re heye yan na” ji Cînal kir. Cînal jî got ku malbat ji Sînopê ye û çi eleqeya wan bi kesekî re nîne. Epozdemîr ev tişt anî ziman: “Paradîgmaya çar ling a Abdullah Ocalan bi hûr û kûr vegotiye. Me xwest li vir heman pirsan jê bikin lê tiştek negot. Bi vê yekê re me derxist holê ku ev nivîs ji hêla emniyet û hêzên ewlekariyê hatiye nivîsandin û bi wî jî dane îmzekirin. Miwekîlê min kesekî xêrxwaz e. Li ziman, nasname û rengê kesekî nanihêre. Şahidê li eywanê amade jî ev yek got.”    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN   Piştî axaftin û daxwazên parêzeran, dadgehê biryara xwe ragihand. Dadgehê xwest ku dozgerî mutalaaya xwe amade bike û heta danişîneke din jî dem da. Her wiha dadgehê daxwaza berdana Baran red kir û danişîn taloqî 21’ê cotmehê kir.