Xelkê gundekî Bêrecûkê bêav dijî 2022-07-26 10:34:19 RIHA - Xelkê gundê Tivringê yê bi ser navçeya Bêrecûkê ve ji ber nebûna avê bi dehan sal in bi tankeran avê ji şarêdariyê dikirin.    Xelkê gundê Tivringê yê bi ser navçeya Bêrecûka Rihayê ve ku 953 nifûsê wê heye, bi salan e bi tengezariya avê re rûbirû ne. Li vî gundî ku bi ser navçeya Bêrecûkê ku li qeraxê Çemê Firatê ye, welatî bi salan e pêdiviya xwe ya avê bi tankeran bi 271 lîreyî ji şaredariyê dikire û pêdiviya xwe ya avê bi vî awayî dabîn dikin. Nêzî 12 sal in divê li 14 gund û 15 mezrayan projeya avê bihata çêkirin. Lê ev proje neçû serî û welatî bê av dijîn. Bi taybetî ev gundê qelebalix havînê bê av derbas dike.    KES GUH NADE GILÎ Û GAZINÊN GUNDIYAN    Keya û xelkê gund têkildarî mijarê gelek caran serî li parlamenterên bajêr da. Hefteya bihûrî parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Omer Ocalan û Ayşe Surucu serdana gund kirin. Xelkê gund pirsgirêka xwe ya avê ji parlamenteran re ragihand. Şêniyên gund diyar kirin ku ew bi tankeran avê ji şaredariyê dikirin û Midûriyeta Giştî ya Karên Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Rihayê her meh serê malê 3 lîre heqê fatûreyê bo wan dişîne.    HEMÛ PEREYÊ WAN LI SER AVÊ DIÇE    Jinên gund anî ziman ku bêavî jin û zarokan tengav dike û ji ber germa havînê bêavî perîşan dike. Elîf Karayilan diyar kir ku ew û zarokên xwe ji ber av nîne her tim nexweş dikevin û got: “Em nikarin bi rehetî xwe bişon û avê vexwein. Em hefteyê tankera 12 ton avê beramberî 371 lîreyî ji şaredariyê dikirin. Karayilan anî ziman ku çi pereyê wan heye jî li ser avê diçe. Karayilan got sewalên wan ji bêaviyê ji tîna dimirin.    DIXWAZE PIRSGIRÊKA WAN AVÊ ÇARESER BIBE    Pinar Karayilan jî da zanîn ku 25 roj berê wan tankerek av bi 70 lîreyî dikirî lê niha derxistine 271 lîreyî û xwest ku pirsgirêka wan avê tavilê çareser bibe.    'AV NE WEK XWARINÊ YE’    Melîha Karayilan jî anî ziman ku çêlekek wê heye û heta êvarê li malê bêav dimînin û 30 sal in pirsgirêka gundê wan ya avê heye û heta niha kesî jî çareser nekiriye. Karayilan got pêdiviya avê ne wek xwarinê ye.    MA / Ceylan Şahînlî