Şaredarê AKP'ê yê ku bi nelirêtiyê ji rojevê derneket îstîfa kir 2022-07-26 10:21:40 MÊRDÎN - Şaredarê Artûklûyê yê AKP’î Abdûkadîr Tûtaşi yê ku bi nelirêtiyên ku kirin ji rojevê dernediket, ji wezîfeya xwe îstîfa kir.    Serokê Şaredariya navçeya Artûklûya Mêrdînê yê AKP’î ji wezîfeya xwe îstîfa kir. Tûtaşi li ser hesaba xwe ye medya dîjîtal efûya îstîfaya xwe ragihand. Tûtaşi diyar kir ku ew ji ber "pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê" îstîfa kiriye. Tûtaşî tim bi bertîl, nelirêtiyê û gendeliyê hat rojevê.