Li Mereşê bi pileya 4.6 erdhej çêbû 2022-07-26 10:06:13   MEREŞ - Li Taxa Tevekellî ya girêdayî navçeya Dulkadîrogûllari ya Mereşê bi pileya 4.6’an erdhej çêbû.    Li Mereşê bi pileya 4.6’an erdhej çêbû. Li gorî daneyên Resedxaneya Kandîlliyê, erdhej saet di 09.11’an de pêk hat û di encamê de dîwarên hinek malan derizîn. Navenda erdhejê jî weke Taxa Tevekellî ya girêdayî navçeya Dulkadîrogûllari hat destnîşankirin. Hat gotin ku erdhej 3.4 kîlomîtroyan li bin erdê pêk hatiye.