‘Gundê ku cenaze lê hatine dîtin baregeha JÎTEM’ê bû’ 2022-07-26 09:51:44 RIHA - Di encama kolana devereke li Taxa Arabuk a Curnê Reş de hinek hestî hatin dîtin. Hat zanîn ku ev taxa behsa xeberê ya eşîra Bucak e. Malbatên ku xizmên xwe di salên 1993-1994’an de windakirin ji bo testa DNA’yê serî li dozgeriyê dan û wiha gotin: “Gundê ku cenaze lê hatine dîtin, baregeha cerdevan û JÎTEM’ê bû.”    Li Taxa Arabuk a Curnê Reş a Rihayê hinek dever hatin kolandin û 15-20 roj berê hestiyên 3 zilaman ên bi tûrê naylon pêçayî hatin dîtin. Taxa ku hestî lê hatine dîtin, taxa eşîra Bucakan e ku ev eşîra Sedat Bucak e û di qezaya trafîkê ya Susurlukê de birîndar bûbû. Ji ber vê sedemê jî tê texmînkirin ku ev cenaze yên kesên di salên 90’î de bi awayekî “kiryar nediyar” hatine kuştin e.    Li ser vê yekê jî malbatên Ahmet Kalpar, Huseyîn Taşkaya, Şefîk Geçgel, Faîk Kevcî û Nazim Babaoglû ku di navbera salên 1993-1994’an de ji hêla cerdevanên eşîra Bucak li Sêweregê hatine girtin û windakirin, ji bo testa DNA’yê serî li Serdozgeriya Komarê ya Curnê Reş dan. Xizmên kesên ku di sala 1993’yan de ji hêla cerdevanên eşîra Bucakan ve hatine windakirin têkildarî cînayetên “Kiryar nediyar” bi ajansa me re axivîn.      GEFA ‘DÊ WE JÎ BIDIN WINDAKIRIN’   Birayê Huseyîn Taşkaya, Faîk Taşkaya da zanîn ku birayê wî zewicî bû, 4 zarokên wî hebûn û li ser înşaetê dixebitî û wiha domand: “Kekê min di 7’ê kanûna sala 1993’yan de li mala xwe ya li Sêweregê ji hêla leşker û cerdevanan ve hate binçavkirin. Ji wê rojê ve em tu agahiyan jê nagirin. Me gelek caran serî li emniyet û derdorên hiqûqî yên Sêwereg û Rihayê dan lê bersivek nedan û gef li me xwarin. Li Midûriyeta Emniyetê ya Sêweregê ji me re gotin; ‘Heke hûn hinek din jî pirsa wî bikin dê we jî winda bikin.’  Lewma em neçar man ku koçî Stenbolê bibin. Dayika min Fatime Taşkaya di sala 95’an de beşdarî çalakiya Dayikên Şemiyê bû û lêgerîna xwe domand.”    EŞÎRA BUCAKAN: ME BINÇAV KIR    Bi domdarî Taşkaya diyar kir ku dayika wî bi salan li çavrêya birayê wê ma û wiha got: “Di sala 2016’an de wefat kir. Bi hezaran malbatên mîna malbata me hene. Me gelek caran serî li dozgeriyan dan lê bersiveke erênî nedan. Giliyê me yê derheqê fermandarê lîwayê yê wê demê Ahmet Şenturk de kiribû bi bêteqîbatê biencam bû. Ji bo birayê min me di sala 1993’yan de bi Sedat Bucak re ku wê demê parlamenterê DYP’ê yê Rihayê û serokeşîrê Bucakan bû, hevdîtin kir. Ji me re got; ‘Erê rast e me binçav kir û radestî karmendên dewletê yên em pê re dixebitin kir.’ Ew bi leşker û cendirmeyan re dixebitiyan.”    'EM DIXWAZIN LI SER GORA WÎ DUAYAN BIKIN’   Taşkaya, destnîşan kir ku ew li ser televîzyonê hîn bûye ku li Curnê Reş hestî hatine dîtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema gotin 3 cenaze hatine dîtin, hêviyek di dilê min de çêbû. Gundê ku cenaze lê hatine dîtin, baregeha cerdevan û JÎTEM’ê bû. Piştî vê agahiyê jî me ji bo alîkariya hiqûqî serî li ÎHD û OHD’ê da. Sax an jî mirî em kekê min dixwazin. Zarokên wî hene û em dixwazin li ser gora wî duayan bikin. Fikarên me hene, bila hestî neyên windakirin. Dibe ku dewlet ji bo veşartina sûcdaran van hestiyan tune bike. Dayika min gora kurê xwe jî nedît. Hêvîdarim kesek vê êşa dayika min nekişîne û hemû dayik bigihijin zarokên xwe. Divê hemû kes piştevaniyê bide bûyereke wiha ya civakî.”    BÊYÎ KU BAVÊ XWE BIBÎNE MEZIN BÛ    Welatiyê bi navê Şefîk Geçgel di 11’ê mijdara sala 1993’yan de ji hêla cerdevanên eşîra Bucakê ve hate revandin û windakirin. Kurê Geçgel, Mehmet Karakaya got ku divê bi ser vê bûyerê neyê girtin û ev tişt anî ziman: “Heke hestî yên xizmên me bin, bila rastî derkeve holê. Dema bavê min binçav kirin, ez 6 salî bûm û ew roj tê bîra min. Serê sibehê hatin malê. Cendirme û cerdevan bûn û bavê min birin. Ji wê rojê ve me ew qet nedît. Me serî li Walîtiya Rihayê û emniyetên bajêr û navçeyan da lê tiştek derneket. Me serî li ku derê dabe, bêencam ma. Dibe ku hestiyên bavê min jî di nav de bin. Divê berpirsyar bên tespîtkirin û cezakirin.”    ‘EM DIXWAZIN WAN SAX AN JÎ MIRÎ BIBÎNIN’    Ahmet Kalpar jî bi Huseyîn Taşkaya re di heman rojê de hatibû binçavkirin. Kekê Kalpar, Mûstafa Kalpar da zanîn ku birayê wî dema li kargeha xwe ya Sêweregê dixebitî hatiye binçavkirin û wiha got: “Ji wê rojê ve me tu agahî jê negirtine. Me serî li gelek deveran da lê tiştek jê derneket. Em dixwazin sax an jî mirî, birayê min bibînin. Dixwazin ku goreke wî hebe û berpirsyar bên darizandin. Lê bi se re 30 sal derbas bûn û heke faîlên wan diyar bibin jî dê ji ber demborînê neyên cezakirin. Me bi rêya rêxistinên hiqûqê serî li dozgeriyê da û testa DNA’yê xwest. Her kesên ku xizmê wan hatine windakirin bila serî lê bidin.”   MA / Emrûllah Acar