Malbata Bozkurt ku gundê wan hat şewitandin: Em naxwazin dest ji welatê xwe berdin 2022-07-26 09:50:48 DERSIM - Di sala 1994’an de dewletê gundê Roşnekê yê Dêrsimê vala kir û şêniyên gund jî di avahiyên dewletê yên dibistan, kilînikên tenduristiyê de bi cih kirin. Malbata Bozkurt ku li kilînika tenduristiyê veguherandibû malê lê ji aliyê leşkeran ve hatin derxistin û niha di kon de dimînin. Malbatê xest ji wan re xanî were çêkirin û naxwazin dest ji welatê xwe berdin.    Li Dersimê di sala 1994’an de 85 gund bi ferzkirina cerdevaniyê hatin valakirin û şewitandin. Yek jî wan gundan jî gundê Roşnek û mezraya gund Korpixê yên bi ser Dêrsimê ve ne. Ev mezra di sala 1994’an de ji aliyê dewletê hat valakirin. Malbata Bozkurt ku li mezraya Korpixê dimîne, li dijî valakirina gund derketin û 3 mehan li ber xwe dan.  Piştî 3 mehan di demsala zivistanê de malbata Bozkurt neçar ma ku ji gund derkeve. Malbat li derve dimîne û paşê diçe li gundê Bornek ê ku dikeve ser rêya Pilemuriyê dimîne.    Malbata Bozkurt li gundê Bornekê kilînika tenduristiyê ji xwe re vedguherîne malê û bi kirê di malê de dimîne. Lê dewletê destûr neda ku malbat li vir jî bijî û di 25’ê heziranê de bi sedan leşkeran avêtin ser malê û malbatê ji wê malê derxistin. Malbatê wê berxwedana ku ji bo gundê xwe dabû niha jî ji bo xaniyê xwe dide. Mehek e malbatê li ber mala xwe ya kon veda ye û di vî konî de dijî. Malbat ji ajansa me re axivî û pirsgirêkên xwe anî ziman.    ‘LEŞKERAN 2 MALBAT LI BER ÇEMÊ ROJ QETIL KIRIN’   Elîf Bozkurt derbarê mijare de anî ziman ku di sala 1994’an de leşkerên dewlet avêtine ser gundê û wan û bi zext û tundiyê xelkê ji gund derxistine. Bozkurt diyar kir ku leşkaran li ber çemê Roj dû malbat qetil kirin û wiha qala wan rojan kir: “Gef li gundiyan dixwarin û digotin, ‘Heke hûn ji gund dernekevin em ê we jî wekî wan bikûjin’. Li derdora gundê me kon vegirtin û her tim ji me re digotin, ‘Gilî heye divê hûn ji gund derkevin’. Em 5 malbat li gund man, hemû şêniyên gund neçar man ku derkevin. Ji bo ku em derkevin şev û roj zext û tundî li me kirin. Êdî em jî neçar man ku gundê xwe biterikînin. Meha nîsanê bû û baran dibarî û em bi tevî sewalên xwe ve li derve man. Cihê ku em ê biçûna nebû. Paşê fermandarê qereqolê mifte da me û got, ‘biçin li kilînika tenduristiyê bimînin’.”    ‘CARA 3’YEMÎN E ME JI MALA ME DERDIXIN’    Bozkurt bi lêv kir ku piştî di kilînika tenduristiye de bi cih bûne 2-3 salan kirê nedane û li gel ku wir veguherandine malekê jî 3 salan bi kirê di wir de mane. Bozkurt anî ziman ku vê avahiya kavil bû kirine mal û got: “Me ji xwe re sol nedikirîn da ku em bikaribin kirêya xanî bidin. Ji bo ku deyndar nehatina ber deriye me em bi roj û şevê ji bo kirê dixebitîn. Her meh me 2 milyar kirê dida. Di sala 1997’an de jî me ji xanî derxistin. Cara 3’yemîn e me ji mala me derdixin. Gotin derbarê we de gilî heye û me ji malê derxistin. Em zivistanê 7 mehan li ber derî man. Heta havînê destûr nedan ku em bikevin xanî, havînê dîsa em di xaniyê xwe de bi cih bûn.”   ‘ZILMA 1994’AN DÎSA LI ME KIRIN’    Bozkurt da zanîn ku di meha gulanê de karmendên ji Midûriyeta Bajarvaniyê çûne ber deriye wan û ji wan re gotine, “derbarê we de gilî heye divê hûn ji xanî derkevin.” Bozkurt diyar kir ku je re gotine keyayê gund jî îmza daye ku ji xanî derkevin. Bozkurt destnîşan kir ku heke keya nebûna nedikaribûn wan ji gund derxin û got: “Dibêjine gilî heye, armanca kesên giliyê me dikin ew e ku bên li vir cih bibin. Paşê ew çûn. Me jî got dibe ku êdî neyên. Lê di meha hezîranê de bi sedan leşker dora mala me dorpêç kirin. Leşker li her derê bi cih bûn û ji me re gotin ‘divê hûn ji malê derkevin’. Deriyê me şikandin û tiştên me avêtin derve. Zilma ku di sala 1994’an anîn serê me îsal dîsa li me kirin.”    ‘EM DIXWAZIN LI SER AXA XWE BIJÎN’   Bozkurt bi lêv kir ku mehek e ew di konên vedane de dimînin û ji ber ku ceyran tune ye ew perîşan bûne. Bozkurt destnîşan kir ku wan ceyran kişandiye xanî û tiştên ku wan kirine jî di hundir de mane. Bozkurt diyar kir ku debara wan tenê li ser sewalkariyê ye lê niha ew jî ji deste wan çûye û wiha pêde çû: “Konê ku niha em lê dimînin jî yê birayê min e. Heke ew jî vî konî ji me bigre tiştek di deste me de namîne.  Wê deme em ê biçin ku, em jî nizanin. Em tenê dixwazin ku xaniyek me jî hebe. Lê derfetên me têrê nake ku em xaniyek çêbikin. Ji ber vê em dixwazin ku kesên ku derfetên wan hene bila alîkariyê bidin me. Em naxawazin ku biçin cihek din. Em dixwazin ku li ser axa xwe bijîn.”   ‘DEWLETÊ ME DERXIST’    Mehmed Bozkurt jî da zanîn ku dema gundê wan hatiye valakirin ew hatne li klînîka tenduristiyê bi cih bûne û gelek mesref li malê kirine û wiha got: “Heke em nehatina li vir bi cih nebûna niha ev avahî jî nebû. Di sala 1994’an de ji heta niha 15 salan em bi kirê li vir rûdiniştin. Me di şevekê de bi 2 milyaran av û ceyran anî vir. Ev der me çêkir lê niha dewletê me ji vir jî derxist. Cihek ku em ê biçnê nîne. Ji ber rewşa me ne baş e em nikarn tiştekî jî bikin. Dema em hatin li vir bi cih bûn, hem haya keya jê hem jî haya qereqolê jê hebû. Ne ceyran ne jî ava me heye. Di meha gulanê de karmendên dewletê hatin û xwestin em mala xwe vala bikin. Me got belkî me dernexin lê me derxistin.”    ‘EM NAXWAZIN DEST JI WELATÊ XWE BERDIN’    Bozkurt di dawiyıa axaftina xwe de bi lêv kir ku ji ber krîza aborî heye tiştek ji deste wan nayê û xwest ku kesên xêrxwaz alîkariya wan bikin. Bozkurt anî ziman ku dixwazin li gundê xwe bimînin û got: “Em naxwazin ji gundê xwe derkevin. Heke nikarin li bajaran bijîn, em ê li ser erdê rakevin lê dîsa jî em naxwazin dest ji welatê xwe berdin.”    MA / Mahmut Altintaş - Mujdat Can