ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2022'YAN 2022-07-26 09:00:09     * Ji îmzevanên kampanyaya ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan hatiye destpêkirin endama OHD'ê ya Şaxa Wanê Mehtap Işik detsnîşan kir ku cezyaên dîsîplînç yên tên birîn jî dijhiqûqî ne û got, ji bo rakirina tecrîdê dê têkoşîna hiqûqî bidome.   * Şeyhdavût D. ku yek ji kiryarên "Doz N.Ç." ye, wekî "rûspî" di çalakiya Qeymeqamtiya Dêrikê de cih girt. Li Mêrdînê bi dehan karmendên dewletê dest avêtibûn N.Ç. ya zarok.    * Fermandar û rêveberên kurd ên ku li dijî DAIŞ'yên bi hezaran mirov qetil kirin, bi mîlyonan mirov koçber kirin, bi hezaran jin û keç wekî "xenîmetê" desteser kiri têdikoşin, ji aliyê Tirkiyeyê ve hedef tên girtin.    * Dema ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo 'mafê hêviyê' yê Ocalan dabû Tirkiyeyê dê di meha îlonê de tije bibe. Tirkiyeyê heya niha tu gav neavêtine û berevajî vê 5 caran cezayê dîsîplînê daye Ocalan. Her wiha xebernegirtina ji Ocalan jî dibe cihê fikaran.    * Di sala 1994’an de dewletê gundê Roşnekê yê Dêrsimê vala kir û şêniyên gund jî di avahiyên dewletê yên dibistan, kilînikên tenduristiyê de bi cih kirin. Malbata Bozkurt ku li kilînika tenduristiyê veguherandibû malê lê ji aliyê leşkeran ve hatin derxistin û niha di kon de dimînin. Malbatê xest ji wan re xanî were çêkirin û naxwazin dest ji welatê xwe berdin.    * ARÎ-DER belgenameya 95 kursiyerên ku perwerdeya ziman temam kirine da. Hevserokê ARÎ-DER'ê Mazlûm Buksel anî ziman ku ew dê ziman belavî her qadekî jiyanê bikin û bi vî awayê dê pêşiya astengiyên li ser ziman bigirin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 505'emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza derbarê yek jê girtî 23 endam û rêveberên DÎAYDER'ê de ku bi hêceta xutbe û weazên bi kurdî dane hatiye vekirin dê li 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin dê li Amed û Îzmîrê berdewam bike. (11.00-16.00)   * Di Komîsyona Amadekariyê de dê li ser rapora derbarê rakirina parêzbendiya Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz de hevdîtin bê kirin. (11.00 )