Wezereta Tenduristiyê ‘Koda Spî’ eşkere nake 2022-07-25 14:37:59   AMED - Platforma Tenduristiyê ya Amedê têkildarî tundiya ku li Fakulteya Zanîngeha Dîcleyê pêk hat got: “ Tûndî hatiye astekî wisa ku Wezerata Tenduristiyê îstatîstîkên ‘Koda Spî’ eşkere nake.”    Platforma Tenduristiyê ya Amedê têkîldarî 2 xebatkarên ewlekariyê ku di 22-23’ê tîrmehê de li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê bi lêdana xizmên nexweşan re rûbirû mabûn, daxuyanî da û protesto kir. Daxuyanî li pêşiya nexweşxaneyê hat dayîn. Sazî û sendikayên tenduristîyê yên li bajêr, xebatkarên nexweşxaneyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Em xegîn in, bi hêrs in tundî bi dawî nabe” vekirin.    Nûnerê Heremê yê Sendikaya DÎSK’ ê Umit Ûmdû daxuyanî xwend. Ûmdû da zanîn ku 22’yê tîrmehê li beşa onkolojiyê ya nexweşxaneyê, di 23’yê tîrmehê de jî li beşa Ceraha sîngan 2 xebatkarên ewlekariyê bi lêdana xizmên girtiyan re rûbirû mane û birîndar bûne. Ûmdû destnîşan kir ku tundiya li xebatkarên tenduristiyê tê kirin, pirsgirêkekî polîtîk e û got: “Pergala tenduristiyê ku di meriyêtê de ye her roj tundiyê zêdetir dike. Tevî bang û hişyariyên me jî pêşî li tundiyê nayê girtin. Kes li daxwaz û pêşniyazên me guhdar nake.”    ‘DIVÊ BERPIRSYAR  ÎSTÎFA BIKIN’   Ûmdû diyar kir Wezereta Tenduristiyê cîhazên x-rayê aniye nexweşxaneyan û ew sepan tu tiştê çareser nake û wiha got: “Bûyerek dibe û berpirsyar ji bilî şermezarkirinê tu tiştî nakin. Tundî hatiye astekî wisa ku Wezerata Tendirustiyê îstatîstîkên ‘Koda Sipî’ eşkere nake. Ji ber nêzîkbûna berpirsyaran tundî her ku diçe zêdetir dibe û ewlekariya xebatkarên tenduristiyê dikeve talûke ye.”    Ûmdû pêşniyazên saziyên tenduristiyê yên li Amedê jî wiha rêz kir û destnîşan kir ku hewceye ku qanûnek berfireh bi navê di tenduristiyê de tundî were derxistin û êrişkar were girtin. Ûmdû bang kir ku divê dii serî de Wezîrê Tenduristiyê û hemû berpirsyarên tenduristiyê îstîfa bikin.   Piştî daxûyaniyê, deqîqeyek çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û paşê çalakî bi dawî bû.