Li 4 ‘mamosteyên’ nîjadperest doz hate vekirin 2022-07-25 13:19:17 ERZIROM - Derheqê 4 mamosteyên ku li pêşiya tabeleya “Hûn bi xêr hatin” a di ketina navçeya Qereyaziyê de parvekirinên nîjadperest kirin de bi sûcdariya “Qismekî gel bi rêya weşanê biçûk dixe” doz hate vekirin.    Mamosteyên Dibistana Karşiyaka ya navçeya Qereyazi ya Erziromê, li pêşiya tabeleya “Hûn bi xêr hatin” a di ketina navçeyê de wêne kişandibûn û li dijî kurdî gotinên nîjadperest kiribûn. Li ser giliyê Baroya Amedê, Serdozgeriya Komarê ya Qereyaziyê derheqê her 4 mamosteyan de bi sedema “Ji ber çîna civakî, nîjad, ol, mezheb, zayend û herêmê, beşeke gel biçûk xistine” îdianame amade kir û ev îdianame ji hêla Dadgeha Cezayên Giştî ya Qereyaziyê ve hate qebûlkirin.    Di îdianemeyê de hat gotin ku wêne li ser hesabên medyaya civakî yên mamosteyan hatiye parvekirin û beşekê gel biçûk dixe û ev tişt hatin gotin: “…Gumanbar, ber bi kamerayê ve bi îşaretên dest û lingan ên nelirê dikin. Li jêra wêneyî jî nivîsa ‘Li aliyê din ê tabelayê dibêje hûn bi xêr hatin lê hereketa me ya ji bo wê beşê diyar e’ hatiye nivîsandin. Beşa ‘Hûn bi xêr hatin’ a bi kurdî xuya nake lê ya bi tirkî pir vekirî û zelal xuya dike. Li jêra wêneyî gihaneka ‘de’ hatiye bikaranîn û xuya dike ku gumanbar pir baş di ferqa nivîsa ‘hûn bi xêr hatin’ de ne. Ji ber vê sedemê jî îdiaya wan a ku dibêjin ‘me ji ber biçûkxistinê nekiriye’ nayê qebûlkirin. Her çend ku gumanbaran di parvekirinên xwe yên din de gotibin ku mebesta wan biçûkxistina beşekî civakê nîne jî lê belê di wêneyê behsa xeberê de pir aşkeraye ku beşekê gel biçûkxistine.”    XWESTIN CEZAYÊ WAN ZÊDETIR BIBE   Her wiha di îdianameyê de hat gotin ku hesabên gumanbaran veşarî ne lê parvekirinên wan ji bo gelek mirovan hatiye kirin. Dozgeriyê da zanîn ku parvekirin bi rêya weşanê hatiye kirin û wiha domand: “Ji ber vê sedemê jî divê cezayê wan bê zêdekirin. Ev kes di hêla fikr û pratîkê de bi hev re tevgeriyane û aşkera bûye ku bi rêya weşanê sûcê biçûkxistina beşeke gel kirine.”    Danişîna dozê ya ewil dê di 8’ê mijdarê de bê dîtin.