Li Dêrsimê rojê 120 kes bi koronayê dikevin 2022-07-25 11:23:52 DÊRSIM - Hevserokê Şaxa SES’a Dêrsimê Kahraman Yuruk destnîşan kir ku di 20 rojên dawî de pêketiyên Kovîd-19'ê gelek zêde bûne û di rojê de 120 kes pê nexweşiya koronayê dikevin.    Li Tirkiyeyê di rojên dawî de gelek gelek kes bi nexweşiya Kovîd-19’ê dikevin. Wezîrê Tendûristiyê Fahrettîn Koca jî di rojên derbasbûyî de zêdebûna nexweşên bi koronayê ketine qebûl kir û anî ziman ku hejmara nexweşên koronayê 40 qet zêde bûne û ev yek jî barê nexweşxaneyan 3 qet zêdetir dike.    Ji bajarên ku nexwşiya koronayê lê zede bûye yek jî Dêrsim e. Têkildarî mijarê Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Tendûristî û Xizmeta Civakî (SES) ya Şaxa Dêrsimê Kahraman Yuruk anî ziman ku di 20 rojên dawî de gelek kes pê nexweşiya Kovîd -19’ê ketine    DIBE KU 400 KES BIN JΠ   Yuruk destnîşan kir ku girêdayî kesên ku testên nexweşiyê digirin hejmara nexweşan jî zêde dibe. Yuruk diyar kir ku rojê dora 120 kes bi koronayê dikevin û testa nexweşiyê li kesên dor nexweş û temas kirine nayê kirin. Yuruk wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha testa nexweşiyê li kesên ku temasî nexweşan kirine nayê kirin û li ser kesê ku bi koronayê ketiye şertên karantînayê nayê ferzkirin. Ji ber vê yekê dema em rewşa kesên ku nexweşiyê bi sivikahî derbas dikin, kesên ku naçin test nagirin û kesên neçar ên diçin kar didin berçavan dikarin bêjin ku hejmara kesên bi koronayê dikevin, rojê dibe ku dora 400 kes jî bin."    'TEVDÎR NAYÊN GIRTIN’   Yuruk diyar kir ku halê hazir kes li nexweşxaneyê ji ber nexweşiya koronayê nehatiye razandin û wiha axivi: “Li bajarê me ji bilî texmînên Wezareta Tenduristiyê tû tevdîr nayên girtin. Ji bilî tevdirên welatiyan yên bi tena serê xwe digirin, tu tevdîrên saziyan nîn in.”   Yuruk bal kişand ser zêdebûna nexweşiyê û anî ziman ku ev zêdebûn mijara doza bibîrxistinê jî xistiye rojevê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kesên ku pergala laşê wan a xweparastinê têkçûne û yên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene di bin talukeyê de ne. Taybetî jî ji bo van kesan doza bibîrxistinê tê pêşniyarkirin. Ciwan û kesê ku ne di koma rîskê de ne ji bo ku asta antikora laşê xwe zêde dikin dikarin doza bibîrxistinê li xwe bikin. Divê kesên ciwan û yên rewşa wan baş, kesên di koma rîskê de biparêzin û rê nedin nexweşî bi mutasyonê belav bibe."    MA / Mujdat Can