Encamnameya Konferansa Lozanê: Berteka herî baş avakirina yekitiya kurdan e 2022-07-25 11:09:01 NAVENDA NÛÇEYAN – Bi boneya 99’emîn salvegera Peymana Lozanê, bi tevlibûna gelek nûnerên gelê kurd ên ji her çar parçeyan li Lozanê konferansek hat lidarxistin. Di encamnameya konferansê de hat gotin ku berteka herî xurt a li dijî peymanê, avakirina yekitiya neteweyî ye.   Di salvegera 99’emîn a Peymana Lozanê de bi tevlibûna nûnerên 57 partî û saziyên kurdan, rewşenbîr, hunermend û akademîsyenan li Qesra Rumine ku peyman lê hatiye îmzekirin, konferans hat lidarxistin. Encamnameya konferansê hat aşkerakirin. Di encamnameyê de bal kişand ser yekitiya kurdan.    Piştî encamnameya konferansê jî çalakiyên ku dê di nava salvegera 100’emîn a peymanê de bên kirin hatin parvekirin.    Di encamnameyê de wiha hat gotin:   “99 sal berê li Lozanê konferanseke navneteweyî hat kirin û di encama vê konferansê de peymanek hat îmzekirin. Bi vê peymanê Kurdistan bû çar parçe. Nûnerên gelê kurd di vê konferansê de nîn bûn, pirs ji kurdan nehatin kirin. Lê di derheqê aqûbeta kurd û kurdistaniyan de biryar hatin dayîn û hesabê kurdan nehat kirin.   Peymana Lozanê, qirkirina kurdan û êrêkirina vê qirkirinê bi navneteweyî ye. Ermen û asûr-suryan-keldan jî terkê heman aqûbetê hatin kirin. Peymana Lozanê ne bi tenê biryara kuştina kurdan lê erêkirina Ferman, Meds Yeghern, Seyfo û qirkirina sala 1915’an e jî.   PIŞTÎ PEYMANA LOZANÊ BI SED HEZARAN KES HATIN KUŞTIN   Piştî Peymana Lozanê hat îmzekirin, li Kurdistanê pêvajoyeke tarî dest pê kir. Gelê kurd bi komkujiyan re rû bi rû ma û xwestin ku gelê kurd ji holê rakin. Ji 1925’ê heta 1938’an, li bakurê Kurdistanê bi sed hezaran kes hatin kuştin û gelek herêmên Kurdistanê hatin valakirin. Li herêmên din jî polîtîkayên kuştin, îşkence, birçîtî û bişaftinê dewam kir. Li Başûr Peymana Lozanê, qetilkirina bi sedhezaran li Enfal û Helepçeyê ye. Li Rojhilat qetilkirina pêşeng û şoreşgerên têkoşîna Şîna, Mahabad û Sineyê ye. Li Rojava şewitandina Amûdê ye. Kembera Ereb, li Bakur komkujiyên Dêrsim û Zîlan, îşkenceyên Girtîgeha Amedê ye. Di encama Peymana Lozanê de di navbera Bakur, Rojhilat û Rojava de têlên bi strî, çavên kor û li wî sînorê dest û piyên hatin birîn hene. Bi kurtasî Peymana Lozanê di dilê Kurdistanê de xencerek e. Îro Peymana Lozanê êrişên li ser Kobanê û Şengalê, qirkirina mirovên me yên êzdî, dagirkirina Kerkûk, Efrîn û Serêkaniyê, qetilkirina kolberan, li Zap, Avaşîn û Metînayê li dijî şervanên azadiyê bikaranîna çekên kîmyewî ye.    GELÊ KURD ÊDÎ LI HERÊMÊ XWEDÎ BANDOR E    Gelê kurd, tevî hemû zehmetiyan jî li dijî encamên Peymana Lozanê bi hemû hêza xwe li ber xwe daye. Heke mirov şertên sala 1923’yan û yên niha bide ber hev; hêza gelê kurd a sala 1923’yan ewqas nîn bû lê niha hêza gelê kurd di hevsengiya herêmê de bi bandor e. Li Başûr statûyeke federal, li Rojava jî statuyeke bi fiîlî û li Bakur û Rojhilat jî tevgera azadiyê ya rêxistinkirî û berxwedaneke geş û gur heye. Gava Peymana Lozanê hat îmzekirin, kurd di asta navneteweyî de nedihatin naskirin. Nav û dengê gelê kurd nebihîstibûn. Lê îro di qada navneteweyî de kurd xwedî rol, fam û feraset û dostanî ne. Gava gotûbêjên li Lozanê di nav şandeya tirk de bi tenê kurdek hebû û ew jî kurdekî xayîn bû. Lê niha li heman salonê nûnerên kurd û kurdistaniyan tên ba hev û dikin ku dinya bi wan bihise.   BERTEKA HERÎ MEZIN A LI DIJÎ PEYMANÊ AVAKIRINA YEKITIYA NETEWEYÎ YE   Tevî vê rewşê em hêj azad nebûne û hêj jî piraniya welatê me di destê dagirkeran de ye. Me Peymana Lozanê da nav dest û pêyan lê fesh nekir. 99 sal in hêj jî dijminên me planê qirkirina me dikin û bi rê ve dibin. Dixwazin ku sed salên din jî Peymana Lozanê pêk bînin û destkeftiyên me bi dest xistine ji me bistînin.    Berteka herî mezin a li dijî Peymana Lozanê, pêkanîna yekitiya neteweyî ye. Bi vê peymanê welatê me parçe dibe, gelê me ji hev dibe û em pê ji hev vediqetin. Heke ku em nexwazin sedsaleke din jî Peymana Lozanê li me neyê ferzkirin, divê em yekitiya xwe xurt bikin û bi yek dengî li ber vê parçebûyînê rabin.”   BIRYARÊN KONFERANSÊ   Piştre jî biryarên di konferansê de hatine dayîn wiha hatin rêzkirin:    “* Peymana Lozanê, bêyî pirsîna ji gelê Kurdistanê hatiye îmzekirin û pê welat û gelê me hatiye parçekirin. Em wek nûnerên gelê Kurdistanê vê peymanê red dikin.   * Wek konferans, em bang li Neteweyên Yekbûyî, li dewletên ev peyman îmze kirine û hemû rayedaran dikin û dibêjin ku konferanseke din li dar bixin û peymana nû ya bi heqî ya li gor rastiya herêmê îmze bikin.   * Konferans, têkoşîna azadiyê ya li her çar parçeyên Kurdistanê weke xebata bingehîn a li dijî dagirkerî û dabeşkirina Kurdistanê dibîne û silav dike.    * Konferans, gelê asur-suryan-keldan ê mexdûr ê ji Peymana Lozanê ziyan dîtiye û hemû gelên li Kurdistanê dijîn wek mexdûr dibîne û silav li têkoşîna azadiyê ya van gelan dike.   * Konferans, li berjewendiyên başûrê Kurdistanê difikire û piştgiriya xebat û çalakiyên ji bo rotasyona herêmên di destê dagirkeriyê de dike û pê re mijûl dibe.    * Konferans, piştgiriya ketina bi pey statûya fermî ya rojavayê Kurdistanê û xilaskirina axa di destê dagirkeriyê de, dike.   * Konferans, di serî de bikaranîna çekên kîmyewî li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê li dijî hemû êrîşên dewleta tirk e. Li dijî van êrişan silavan li berxwedana gerîlayên azadiyê dike.   * Konferans, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî, bang li OPCW’yê û hemû hêzên navneteweyî dike li ber bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk xwe kerr nekin.   * Konferans bang dike ku gelê Kurdistanê hemû partî, sazî û nûneriyên xwe hêzdar bike û li ber êrişên dagirkeran û planên wan ên bi dijminahî rabe. Di qada navneteweyî de jî em bi hev re deng derbixin û bi yek dengî doza Kurdistanê bi cîhanê bidin bihîstin.”   PLANSAZIYA ÇALAKIYÊN JI BO SALA 100’EMÎN A PEYMANÊ    Xebat û çalakiyên ku dê komîte bi boneya 100’emîn salvegera peymanê de pêk bîne jî wiha hatin ragihandin:    “* Dê ji 22’yê mijdarê û pê de panel, pêşangeha wêneyan û gotûbêj werin kirin.   * Di 22’yê tîrmehê de dê bi dirûşma ‘Di sala 100’emîn a Lozanê de 100 kurd diçin Lozanê’ meş û mitîng werin lidarxistin.    * Di 23’yê tîrmehê de dê bi tevlibûna hemû sazî û kesayetên kurdistanî konferansek were lidarxistin.   * Di 24’ê tîrmeha 2023’yan de li cihê peyman lê hatiye îmzekirin dê encamnameya kongreyê were xwendin. Konferans bi xwendina Sirûda Neteweyî ya Kurdistanê ‘Ey Reqîb’ bi dawî bû.”