Di fabrîkayekê de teqîn û şewat: Kesek mir û kesek jî birîndar bû 2022-07-25 10:21:50   ÎZMÎR - Di fabrîkayekî li navçeya Bornovayê de teqînek çêbû û piştî teqînê agir derket. Di encam teqîn û agirê derket de kesek mir û kesek jî birîndar bû.    Li navçeya Bornovayê ya Îzmîrê di Sîteya Ji Nû ve Qezenckirinê de dema ku qeynax dihat kirin têqînek pêk hat. Piştî teqînê di fabrîkayê de agir derket. Piştî teqîn û agirê derket karkerek jiyana xwe ji dest da û karkerek jî birîdar bû.    Şewata ku di fabrikayê de derket, dikana li rex fabrîkayê û wesayîtekî pêşiya fabrîkayê jî şewitand. Piştî encama xebatên tîmên agirkuj ên dirêj agir hat vemirandin.