Fermandara operasyona tunekirina DAIŞ’ê hate oxirkirin 2022-07-25 09:38:55 NAVENDA NÛÇEYAN  - Fermandara operasyona tunekirina DAIŞ’ê Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan ku di encama êrişa SÎHA’yan a artêşa tirk de hatin qetilkirin, bi tevlibûna dehhezaran kesan hatin oxirkirin.    Balafira Bêmirov a Biçek (SÎHA) a artêşa tirk di 22’yê tîrmehê de li ser rêya di navbera Qamişlo-Tirbespiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişî wesayîtekê kir. Di encama êrişê de yek ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan hatin qetilkirin. Ji bo definkirina Tolhildan, Xabûr û Botan merasîma cenaze hat lidarxistin.    Merasîma cenaze li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye ya Hesekê hat lidarxistin. Di merasîmê de wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane, alayên YPG û YPJ’ê hatin hildan û dirûşm hatin berzkirin.    ‘EM Ê FAŞÎSTAN TÊK BIBIN’   Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Edle Misto ew bi saya berxwedana şehîdan gihiştine vê astê û wiha got: “Dijiminekî faşîst heye ku hewl dide bi rêya êrişên xwe yên ser çiyayên Kurdistanê û Rojava vîna gelên azad têk bibe. Em ê bi saya berxwedanî û fedekariyên şehîdan dijminê faşîst têk bibin.”    ‘BERPIRSYAR HÊZÊN NAVDEWLETÎ NE’    Li ser navê YPJ’ê jî fermandar Sozdar Dêrik axivî û da zanîn ku dê tu carî li hemberî êrişan serî netewînin. Dêrik, anî ziman ku ew dê her tim li ser şopa şehîdan bin û herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de jî rizgar bikin. Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah jî di merasîmê de sersaxî ji YPJ û malbatên wan xwest. Abdullah, destnîşan kir ku berpirsê van sûcên şer ên dewleta tirk, hêzên navdewletî ne.    Piştî axaftinan, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeyên kesên di êrişê de jiyana xwe ji dest dane xwend û radestî malbatên wan kir.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku dê cenazeyê Roj Xabûr li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya li Dirbêsiyê, cenazeyê Jiyan Tolhildan û Barîn Botan jî li Goristan Şehîdan a li Şehbayê bên definkirin.