Xelkê Reqayê Komkujiya Zaxoyê şermezar kir 2022-07-24 17:02:24 NAVENDA NÛÇEYAN  - Bi sedan şêniyên Reqayê êrişa bi mebesta protestokirina komkujiya dewleta tirk a li Zaxoyê meşek li dar xist û komkujî şermezar kirin. Çalakvanan li dijî êrişên Tirkiyeyê banga xurtkirina yekitiyê kirin.   Bi mebesta protestokirina komkujiya dewleta tirk ku di 20’ê tîrmehê de li qada geştê ya Perex ê Zaxo ya Herêma Federal a Kurdistanê pêk anî û 9 sivîl hatibûn qetilkirin, bi sedan şêniyên Reqayê, endamên saziyên sivîl û rûspiyên eşîran li pêşiya Baxçeyê Reşîd a Reqayê kom bûn û meşiyan. Di meşê de pankart, wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane û alayên HSD’ê hatin rakirin.    Çalakvan ber bi Çerxerêya Neîm ve çûn û di dema meşê de xwestin ku qada hewayî ya li Tirkiyeyê bê girtin da ku êdî nekare li Sûriye û Iraqê sûcên şer bike. Beşdarên ku gihiştin Çerxerêya Neîm, li wir daxuyanî dan. Daxuyanî ji hêla Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Ehmed Xelîl ve hate xwendin.    ‘DIXWAZIN ÎMPARATORIYA OSMANÎ ZINDÎ BIKIN’   Ehmed Xelîl di serî de êrişên Tirkiyeyê şermezar kir û wiha got: “Xewna Mîsak-i Mîllî û zindîkirina Împaratoriya Osmanî ya Erdogan hêj didome. Lewma hemû destwerdanên Tirkiyeyê bandoreke neyînî li Sûriyeyê dike. Êrişên domdar ên li dijî gund û bajarên me yên ser sînor berdewam in û gelek sivîl tên qetilkirin. Ev êriş îro xetereyeke mezintir e. Bi balafirên bêmirov sivîlan hedef digirin. Divê dewletên garantor bi erka xwe ya exlaqî rabin û pêşî li ber van êrişan bigirin.”   ‘TIRKIYE SÛCÊN ŞER DIKE’   Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan jî hevseroka meclisê Ibtîsam Ehmed axivî. Ehmed, destnîşan kir ku Tirkiye li dijî gelên Sûriyeyê sûcên şer dike û biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) binpê dike. Bi domdarî Ehmed ev tişt anî ziman: “Kiryarên wan bi van êrişan bisînor neman û li Zaxo jî komkujî kirin. Derdê wan ew e ku wê xakê dagir bikin. Em van êrişan şermezar dikin.”    BANGA XURTKIRINA YEKITIYÊ   Li ser navê Kombûna Jinan a Zenûbiyayê jî komkujiya Tirkiyeyê şermezar kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev komkujî piştî civîna Rûsya, Îran û Tirkiyeyê ya li Tehranê pêk hat. Gelo ev komkujî li ser erêkirina wan hatiye kirin? Banga me ji bo gelên Iraq û Sûriyeyê ew e ku li dijî van êrişên dewleta tirk yekitiya xwe xurttir bikin.”    Di dawiya daxuyaniyê de çalakvanan bi dirûşman êrişên Tirkiyeyê yên li dijî başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.