DEDAŞ’ê bi birîna ceyranê re tax bêav hişt 2022-07-24 14:00:01 MÊRDÎN - DEDAŞ’ê li Taxa Kuçika ya Artûklûyê ceyran birî û li gel şêniyên taxê her wiha ajal jî bêav man.    DEDAŞ’ê li Taxa Kuçika (Guneyli) ya çolterê navçeya Artûklû ya Mêrdînê ceyran birî. Ava gund ji ber birîna ceyranê ev hefteyeke qut bûye. Ji ber qutbûna avê şêniyên taxê ji neçariyê, bi tankeran avê dibin malên xwe. Ji ber qutbûnê ajalên li taxê jî bêav man.    Şêniyên taxê bertek nîşanî rewşê dan û ragihandin ku gelek ajalên wan ji ber tîbûnê dimirin.