Nameya Guven bi hinceta ‘dê moralê girtî xweş bike’ nedan girtiyê nexweş Ozkan 2022-07-24 11:28:25 NAVENDA NÛÇEYAN  - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan nameyek şand û rêveberiya girtîgehê nameya Guven bi hinceta “Dê moralê girtî xweş bike” neda Ozkan.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li Girtîgeha Xarpêtê tê ragirtin, ji bo girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan name şand. Lê belê rêveberiya girtîgehê bi hinceta “Dê moralê girtî xweş bike” nameya Guven neda Ozkan.    Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş bûyera behsa xeberê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî wiha parve kir: “Leyla Guven li Girtîgeha Xarpêtê ji bo girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê li Girtîgeha Amedê tê ragirtin nameyek şandiye. Lê belê nameya Guven bi hinceta ‘Dê moralê Mehmet Emîn Ozkan xweş bike’ nedan Ozkan. Êdî ez şîroveya wê bo we dihêlim.”