Ji ber nebûna ambûlansê piştî 3 saetan sewqî nexweşxaneyê hate kirin 2022-07-24 11:16:33 ŞIRNEX - Li navçeya Elkê ji ber nebûna ambûlansê nexweşê bi navê C.A. ku rewşa wî lezgîn bû, piştî 3 saetan sewqî nexweşxaneyeke din hate kirin.    Li navçeya Elkê ya Şirnexê ji ber kêmbûna ambûlansan, personelê Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê C.A. ku qepaxê şûşeyê sodayê di qirika wî de ma, piştî 3 saetan sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê kirin. Hate hînbûn ku dema C.A. di saetên êvarê de li Feraşînê xwarin dixwar, qepaxê sodayê ku di nav xwarinê de bû, di qirika wî de ma ye û xizmên wî rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê. C.A. saet di 21.30’an de anîn nexweşxaneyê lê ji ber ku ambûlansek li Mîhrîcana Berxbirê ya ji aliyê Walîtiya Şirnexê, qeymeqamtî û Şaredariya Elkê ve dihat organîzekirin bû, ambûlansekê nexweşek dibir Wanê û yek jî ji ber rewşên lezgîn li ber deriyê Navenda Banga Lezgîna 112’ê hatiye hiştin, C.A. li Elkê ma.    Balkêş e ku tevî ambûlansên ÛMKE’yê li cihê mîhrîcanê hebûn jî, ambûlansa girêdayî Navenda Beşa Lezgîn a 112’ê ya Elkê ji bo nexweşê rewşa wî lezgîn neşandin nexweşxaneyê. Welatiyên li ber deriyê nexweşxaneyê disekînin dan zanîn ku ev rewş gelek caran dubare dibe û bal kişandin kêmbûna ambûlansan û bêderfetiya nexweşxaneyê.   Piştî ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê ambûlans neman, ji navçeya Qilebanê ya Şirnexê ji bo nexweşxaneyê ambûlansek hate xwestin û C.A. saet di 00.30'an de şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.    Ferdên malbata C.A. û xizmên wî bertek nîşanî neşandina ambûlansê dan, çûn ber deriyê mala qeymeqam û li wir jî bertek nîşanî vê rewşê dan. Hate diyar kirin ku ji ber li Şirnexê û navçeyên wê bijîşkên Gastroenterolojiyê tune bûn, C.A. sewqî Amedê hate kirin.    C.A. bi ambûlansê anîn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Li ser destwerdana bijîşkan qepaxê di qirika C.A. de hate derxistin.