Qeyûmê Cizîrê ji bo şaredariya AKP’î seferber bû! 2022-07-24 10:38:48 ŞIRNEX  - Şaredariya Cizîrê ku ji hêla qeyûm ve tê birêvebirin, wesayîtên komguhêz ji bo mîhrîcana ji hêla Şaredariya Elkê ve tê lidarxistin seferber kir.    Di hilbijartina sala 2019’an de AKP’ê Şaredariya Elkê ya Şirnexê bi saya leşker û polîsên li navçeyê hatine veguhestin, bi dest xist. Şaredariya Elkê û Walîtiya Şirnexê li Zozanên Laleşê “Mîhrîcana Berx Birê” li dar dixin. Ji bo ku tevlibûna mîhrîcanê zêde bibe, hemû rêxistinên AKP’ê yên navenda bajêr û navçeyên wê û şaredariyên di bin rêveberiya qeyûman de hatin seferberkirin.   Şaredariya Cizîrê ya ji hêla qeyûm ve tê birêvebirin jî wesayîtên komguhêz ku hejmara wan kêm e, ji bo mîhrîcana li Elkê şandin. Şaredariyê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî got; “Welatiyên me yên dixwazin beşdarî mîhrîcana berxbirê bibin dikarin belaş biçin.” Ji ber ku qeyûm wesayîtên şaredariyê dane deverên cuda yên derve, di veguhestina li bajêr de pirsgirêk derket.