Di êrişa Tirkiyeyê de 2 kes hatin qetilkirin 2022-07-24 10:27:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Til Temir û Zirganê de yek jê leşkerê rejîma Sûriyeyê bi giştî 2 kes hatin qetilkirin û zarok jî di nav de bi giştî 8 kes jî birîndar bûn.   Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), artêşa tirk îro di danê sibehê de êrişî Til Temir û Zirganê kir. Artêşa tirk gundê Mecêbirê yê di navbera Til Temir û Qamişloyê de topbaran kir. Li gel Til Temirê, her wiha artêşa tirk bi dijwarî êrişî çoltarê navenda Zirganê û navçeyên Şera û Şêrewa yên Efrînê kir.   Di encama êrişên artêşa tirk ên li dijî Til Temirê de welatiyek hate qetilkirin û 2 jê jin bi giştî 4 welatî jî birîndar bûn. Di êrişa li dijî Zirganê de jî leşkerekî rejîma Sûriyeyê hate kuştin û 4 welatî jî birîndar bûn.   Hat zanîn ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê berdewam in.