Dr. Oztoprak: Bûyerên Covîd-19’ê zêde dibin 2022-07-24 10:08:59 ENQERE - Endamê Odeya Bijîşkan a Enqereyê Umît Yaşar Oztoprak da zanîn ku hejmara bûyerên Covîd-19’ê yên di pileya ewil de zêde dibin û wiha got: “Agahî bi awayekî zelal nayên parvekirin.”    Wezareta Tenduristiyê ev demekî dirêje bûyerên Vîrûsa Koronayê (Covîd-19) heftane parve dike. Li Tirkiyeyê hemû tevdîrên ji bo Covîd-19’ê hatin rakirin. Di navbera 30’ê gulanê û 5’ê hezîranê de li Tirkiyeyê 7 hezar û 322 bûyerên çêbûn û di navbera 11-17’ê tîrmehê de li vê hejmarê 219 hezar û 21 bûyerên din zêde bûn û hejmar derket 226 hezar û 532 bûyeran. Hejmara wefatan a di 5’ê hezîranê de weke 19 hatibû destnîşankirin lê di 17’ê tîrmehê de derket 96’an. Wezîrê Wezareta Tenduristiyê Fahrettîn Koca di 19’ê tîrmehê de diyar kir ku hejmara bûyeran ji sedî 40 zêde bûne lê dê tevdîrên berê neyên girtin.    Bi zêdebûna bûyerên Covîd-19’ê re xetereya belavbûna şewbê dîsa bi xwe re anî. Tenduristvan dibêjin ku hewceye tevdîr bên girtin û hişyariyan dikin ku varyantên nû yên şewbê belav bibin.    Endamê Lijneya Rêveber a Odeya Bijîşkan a Enqereyê Umît Yaşar Oztoprak têkildarî zêdebûna bûyerên Covîd-19’ê û rewşa nexweşxaneyan bi ajansa me re axivî.    ‘DI MIJARA ŞEWBÊ DE EM DÎSA VEGERIYAN ROJÊN DESTPÊKÊ’    Oztoprak, anî ziman ku di şewba koronayê de dîsa vegeriyane rojên destpêkê û wiha got: “Di rojên destpêkê yên şewbê de midûriyetên tenduristiyê yên bajaran ji bo pêla yekemîn ekîpmentên parastinê nedihatin dayîn û niha jî nadin. Ji meha çileyê ve tu alavên din jî nehatin dayîn. Wê demê komên fîlyasyonê nebûn û hejmara wan kêm bû. Di vê rewşê de jî kêm kesan li gelek nexweşan dinihêrt. Nexweşên me li me digerin û dibêjin; ‘Ev sê roj in kesek nayê serdana me û çima nayên?’ Ji ber ku hejmar zêde ye û xebatkar kêm in. Em dîsa vegeriyan rojên destpêkê yên şewbê.”    ‘BI RAKIRINA TEVDÎRAN RE HEJMAR ZÊDE BÛ’    Oztoprak ku xebatkarê di pileya yekemîn de ye da zanîn ku ew di nava pêla 6’emîn de cih digire û wiha pê de çû: “Ji ewilî xebatkarên tenduristiyê yên di pileya yekemîn de ferq kirin ku hejmara bûyeran zêde dibe. Ji ber ku di şopandina me de hejmara nexweşên me yên di meha tîrmehê de testa wan a PCR’ê pozîtîf derdiket sê kes bûn lê niha derketiye 30 kesan. Li her beşê jî ev zêdebûn heye. Sedema vê jî rakirina hemû tevdîran e. Li veguhestinên komelî de maske nayê bikaranîn, kesek li nexweşxaneyan maskeyê bi kar nayîne û ji bo zarokên di bin 12 saliyê de derzî nayê dayîn. Ev jî rê li ber zêdebûna bûyeran vedikin.”    ‘QELEBALIXIYA LI ASM’AN ZÊDE BÛ’    Bi domdarî Oztoprak destnîşan kir ku ji meha tîrmehê ve weke ku şewba koronayê bi dawî bibe, nexweşên kronîk jî ji bo wergirtina dermanên xwe êdî hatin Navendên Tenduristiyê yên Malbatê (ASM) û qelebalixiya li ASM’ê zêdetir bû. Oztoprak, got ku hem kesên gumana covîdê lê heye û hem jî nexweşên kronîk li heman qadê tên sekinandin û wiha derbirî: “Di pileya yekemîn de bi rastî jî hejmar pir zêde ye. Ji ber ku ev kes tên ba hev, li gorî me dê şewb jî bidome. Hewceye pêşî li ber vê were girtin. Hejmara bûyeran di carekê de daket hezar kesan û her tişt xelas bû. Wê demê me nezanî bê ka çawa xelas bû û niha jî nizanin. Agahiyên zelal nayên parvekirin. Jixwe ji destpêkê heta niha pêvajoya pandemiyê li gorî daneyên zanistî û li ser bingeha zelaliyê nehat birêvebirin. Em encamên vê jî niha dibînin. Divê şêweyê birêvebirina şewbê bi tevahî biguhere.”    ‘DERZÎ VEGUHERÎ METAYÊ’    Herî dawî jî Oztoprak ev tişt anî ziman: “Arizîbûna pergala tenduristiyê ya li Tirkiye û cîhanê, mezintirîn astengiya li pêşiya xelasbûna şewbê ye. Ji destpêka pandemiyê heta niha em encamên veguherîna di tenduristiyê de, veguhertina di tenduristiyê de ya kapîtalîzmê dijîn. Heke derzî hîn bêhtir bihatina belavkirin, ji neo-lîberalîzmê dûr bûya û mafê pantentê yê derzî û derzîkirin li hemû cîhanê hatibûya dayîn, niha pandemî qedîbûya. Lê belê kapîtalîzmê hem derzî û hem jî tenduristî veguherandiye metayê. Di pileya yekemîn de rojane niha li 110-120 nexweşan tê nihêrtin. Li beşa lezgîn jî rojane derdora 4-5 hezar kes tên dermankirin. Ev nayê wateya xizmeteke tenduristiyê ya baş. Berevajî vê ye. Ev jî weke tundiya di tenduristiyê de li me vedigere. Şewba Covîd-19’ê niha di rewşeke wisa de ye ku weke şewba rê li ber tundiyê vedike tê dîtin.”