Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê: Tirkiyeyê qetlîamê pêk aniye 2022-07-23 16:40:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Abdulemîr Şemerî diyar kir ku bombebarana gundê Perex ê Zaxoyê ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk hatiye û got: “Paşmayên guleyan anîn Bexda û piştî lêkolînê derket ku yên artêşa Tirkiyeyê ne û ji dûriya 7 kîlometreyan hatine berdan.”   Civîna Parlamentoya Iraqê ya têkildarî Qetlîama Zaxoyê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk hatibû bi tevlibûna Wezîrê Derve yê Iraqê, Wezîrê Parastinê yê Iraqê û Serokerkanê Artêşa Iraqê û Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Abdulemîr Şemerî didome.   Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Abdulemîr Şemerî eşkere kir ku bombebarana gundê Perexê ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve bi topên 155 mm pêk hatiye û got: “Paşmayeyên topbaranê anîne Bexdayê, piştî lêkolînê derkete holê ku yên artêşa Tirkiyeyê ne. Ji duriya 7 kîlomtreyan hatine avêtin.