Daxwaza berdana girtiyê nexweş Îvrendî kirin 2022-07-23 15:30:52     ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî ku li Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê girtî ye û daxwaza berdana wî kir.    Endamên Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 411'emîn de ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê li hev kom bûn û daxuyanî dan. Rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Enqerê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Tedawî maf e nikare bê astengkirin. Bi girtiyên nexweş bên berdan" hat vekirin. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî (59) ku li Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê girtî ye    Li ser navê înîsiyatîfê Umîtcan Akbûlût daxuyanî da û diyar kir ku Îvrendî ji sala 1994'an ve girtî ye û di serî de nexweşiya dil gelek nexweşiyên wî hene û di navbera salên 2015-2018'an de 3 caran hatiye emeliyatkirin û xwest ku Îvrendî bê berdan.