Çalakvanê di protestoya bi darbest de hatibû binçavkirin hat berdan 2022-07-23 15:28:14   STENBOL - Endamê Partiya Şoreşger Erkîn Barin ê li ber avahiya AKP’ê ya Navçeya Kadikoyê çalakiya şermezarkirina Qetlîama Zaxoyê li dar xistibû û hatibû binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hat berdan.    Endamên Partiya Şoreşger duh li ber avahiya AKP’ê ya Navçeya Kadikoya Stenbolê çalakiya şermezarkirina Qetlîama Zaxoyê li dar xistibûn. Yek ji çalakvanan endamê Partiya Şoreşger Erkîn Barin bi hêceta çalakî kiriye, hatibû binçavkirin. Barin ji bo îfade bide dozgeriyê sewqî Dadgeha Anadoluyê ya li naveçya Kartalê kirin. Bi îdiaya “muxalefeta qanûna meş û xwepêşandanan kiriye” îfadeya Barin hat girtin û pişt re ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ve bi şertê kontrola edlî hat berdan.