Çêkirina rêya Bêrecûkê û Xelfetiyê sê sal in nehatiye qedandin 2022-07-23 13:38:38   RIHA - Neqedandina rêya di navbera Bêrecûk û Xelfetiyê de ku ji sala 2019’an ve tê çêkirin bi çalakiyekî hat protestokirin.    Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bêrecûka Rihayê bi boneya Rêya Kultur a Bêrecûk û Rihayê ku 2 sal berê hezaz ketibû ser rê û hatiye girtin û hê jî nehatiye vekirin, daxuyanî da. Daxuyanî li ser vê rêyê hat dayîn. Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Omer Ocalan û Ayşe Surucu û gelek rêveberên partiye û welatî tev li daxuyaniyê bûn.    Girse heta cihê ku xebata rê lê didome meşiya û pankarta “Ne rêya turîzmê ye rêya neqedandina tengezariyê ye” vekir. Girseyê li vir daxuyanî da. Hevseroka HDP’a Rihayê Aliye Kizildamar bi salane welatî û cotkar ji ber neqedandina rê hatine mexdûrkirin.    ‘HÛN LI KU NE’    Parlamenter Omer Ocalan jî gazî Şaredarê Bêrecûkê û qeymeqam kir û got: “Hûn li ku ne? Ji dawiya sala 2019’an ve heta niha ev rê girtî ye. Fîrmayê îhale girtiye, divê di 20’ê vê mehê de rê bihata teslîmkirin. Lê neqediyaye. Rê li ku ye?”  Parlementer Ayşe Surucu jî got ew bang li rayedaran dikin ku divê demildest ev rê were qedandin û got: “Gelo divê hinek bimirin hê çare were dîtin.”