Xizmên Windayan li aqûbeta Mûsa Kolûman pirsîn 2022-07-23 13:02:17   AMED - Di çalakiya Xizmên Windayan û ÎHD'a Amedê de vê hefteyê li aqûbeta Mûsa Kolûman hat pirsîn.   Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê, di hefteya 702’emîn de çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parqa Koşûyolû ya navçeya Rezan Amedê li dar xistin. Nûnerên saziyên bajêr piştgirî dan çalakiyê. Çalakvanan wêneyên windayan wergirtin.   Çalakvanan vê hefte jî li aqûbeta Mûsa Kolûman ê ku di 23'ê tîrmeha sala 1997'an de li navçeya Bismîlê ji aliyê polîsan bi Torosa Spî tê revandin pirsîn.    'LI SER AXA KURDISTANÊ QETLÎAM KÊM NABIN'    Di çalakiyê de ewilî Rêveberê ÎHD'a Amedê Yakup Guven axivî û diyar kir ku 702 heftene malbat û ÎHD li qadan li aqûbeta windayan dipirsin û lê berpirsiyar li hember daxwaza malbatan bêdeng mane. Guven bal kişand ser Qetlîama Zaxoyê û got: "Mixabin li ser axa Kurdistanê qetlîam, êriş û rijandina xwînê kêm nabe. Em vê qetlîamê şermezar dikin û dixwazin ku faîlên qetlîamê werin darizandin.” Guven destnîşan kir ku ew li dijî gefên li ser Baroya Amedê li kêleka baroyê cih digirin û got: "Baroya Amedê têkoşîna mafan dide. Baroya Amedê mîrasa Tahîr Elçî ye û li pey heqîqetê ye."    BI TOROSA SPÎ REVANDINE   Piştre endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz daxuyaniya hefteyê xwend. Akdenîz da zanîn ku Mûsa Kolûman bavê 4 zarokan bûye û hatiye windakirin û got: “Herî dawî kesên ku Kolûmanê dîtîne bi lêv dikin ku polîsan bi zorê wî li Torosa Spî siwar kirine û revandine. Piştî revandinê heta niha tu agahî ji Kolûman nehatiye girtin. Malbat serî li Serdozgeriya Bismilê dide lê bersiva ‘Nehatiye binçavkirin’ digire. Fermandarê Cendirmeyan yê Bismilê Îzzet Cural ê wê demê ku tevî ku gelek kesan li navçeyê revandiye jî derbarê wî de tu tiştek nehatiye kirin û ceza lê nehatine birîn."    Piştî daxûyaniyê, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û dûre çalakî bi dawî bû.